Metîn Metîner: Em hem Tirk in hem Kurd!

27-12-2020
RÛDAW
Nîşan Metîn Metîner Kurd Tirk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlementerê berê yê AK Partiyê Metîn Metîner got: “Di warê etnîkî / nijadî de ez ne Tirk im, ez KURD im” lê “Tirîktî navê îslamiyetê yê din e. Kî li ser navê Tirkîtiyê Kurdan, an jî li ser navê Kurdîtiyê Tirkan cûda bike, ew ne Tirk e ne jî Kurd e. Em hem Kurd hem Tirk in.”

Metîn Metîner li ser hesbê xwe yê Twitterê belav kir, ku jê tê pirsîn “Ma qey tu Tirkî gelê Tirk diparêzî?”

Metîner wiha got “Tirk û Kurd lawên wêrek ên heman miletî ne. Gava miletê Tirk tê gotin rih û îmana ku bi îslamiyetê hatiye sitirandin tê hişê mirov. Tirîktî navê îslamiyetê yê din e. Kî li ser navê Tirkîtiyê Kurdan, an jî li ser navê Kurdîtiyê Tirkan cûda bike, ew ne Tirk e ne jî Kurd e. Em hem Kurd hem Tirk in”

Metîner rexne li kesên nijadperestiyê dike û dive “Li gorî baweriya min ez li dijî nijadperestiya li ser navî Kurditiyê jî û nijadperesyita li ser navêTirkitê jî me. Ez ne li rengê mezlûman ne jî ola mezlûman dinêrim. Lêbelê, ez ne ji wî kesî hez dikim û ne jî piştgirî didim kesê ku dijminê baweriya min e tenê ji ber ku ew ji nijada min e.”

Metîn Metîner di parvekirina xwe de wiha got “Hinek xwenenas dipirsin: Ma qey tu Tirk î ku gelê Tirk diparêzî? Di warê etnîkî / nijadî de ez ne Tirk im, ez KURD im. Pênasa gelê Tirk etnîkî / nijadî nîne, Ew pênasîna hevpar a civakên ku bi Îslamê re rûmetdar in e. ji ber vê yekê ez ferdek vî gelî me. Ji nijaperestiyê re na!”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Selahedîn Behaedîn û Bafil Talebanî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Yekgirtû dixwaze PDK û YNK li hev rûnin û pirsgirêk çareser bibin

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) dest bi xebateke siyasî kiriye da ku pêşniyarekê bide PDK û YNKyê da ku ji bo krîza siyasî ya Kurdistanê deriyekî xêrê vekin