Qamişlo (Rûdaw) - Niha hikûmeta Sûriyê dixwaze aliyên Kurdî bi wê re dest bi danûstandinan bike, û beşek ji xelkê Rojavayê Kurdistanê bi erênî pêşwaziyê li danûstandinên ligel hikûmeta Sûriyê dikin.
Heta niha aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê li ser projeyeke hevbeş lihev nekirine, lê hikûmeta Sûriyê hin aliyên Kurdî bo Şamê vexwend. Hikûmeta Sûriyê ne amade ye îtîraf bi Rêveberiya Xweser bike û dixwaze di çarçoveya Yasaya Birêveberiya Xwecehî danûstandinê bike.
Hewlên diyaloga bi Şamê re di demekê de ye, ku heta niha jî aliyên Rojavayê Kurdistanê bi xwe li ser projeyeke hevbeş a neteweyî lihev nekirine, lê hewlên nêzîkîkirina ENKSê û Rêveberiya Xweser di rojevê de ne.
Piraniya xelkê Rojavayê Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku berê aliyên peywendîdar ligel hikûmeta Sûriyê dest bi danûstandina bike divê di nava xwe ye yekîtiyekê ava bikin.
Herwiha beşek ji xelkê Rojvayê Kurdistanê di wê baweriyê de ku baştir e aliyên peywendîdar ligel hikûmeta Sûriyê bike, neku ligel opozisyona Sûriyê û her dibêjin divê herî kêm sistema federalî garentî bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse