Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Sikavî yê ser bi parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi axûrekê ket 34 serî pez tê de telef bûn.
Li gundê Sikavî îro Şemiyê 28ê Çileya 2023yan ji ber sedemek nayê zanîn agir bi axûrekê ket ku tê de pezê welatiyê bi navê Îlhan Ayda hebûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên berevaniya şaristaniyê û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin.
Agirê ku li hemû axûr belavbûyî ji aliyê gundiyan û van tîman ve hat vemirandin, lê di encamê de 34 mihên Îlhan telef bûn.
Îlhan Ayda got ku piştî wî alif û ava ajalan daye wan ew çûye malê û piştre cîranan telefonî wî kirine û gotine ji axûr domanek bilind dibe û wî wisa zanîniye agir bi axûrê wî ketiye.
Ayda herwiha got ji ber ku serê axûr naylon bûye ev agir zû belav bûye û ew naylona şewitî bi ser ajalan de lehiyaye û 34 mihên wî mirar bûne û axûr jî herifiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse