MSDyê li ser êrişa li Qamişloyê daxuyanî da

28-02-2024
Nîşan MSD Qamişlo Êriş Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ofîsa Ragihandinê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li ser êrişa li Qamişloyê daxuyaniyeke nivisîkî weşand.

Şeva 26ê Sibatê êrişî avahiya MSDyê ya li Qamişloyê hatibû kirin.

“Helwesta me ya nîştimanî ya xurtkirina diyalogê dikin armanc”

MSDyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ti ziyanên canî çênebûne û got:

"Şeva 26ê Sibatê navenda me ya li bajarê Qamişloyê bû hedefa êrişeke terorî.

Kesên nenas bombeyek avêt hundirê sûra avahiyê.

Ziyanên êrişî tenê madî bûn. Hêzên Ewlehiya Hundirîn lêkolîn daye destpêkirin.

“Em vê êrişî bi tundî şermezar dikin”

Em vê êrişî bi tundî şermezar dikin. Kesên li pey vî êrişê helwesta me ya nîştimanî ya xurtkirina diyalogên navxweyî ya ji bo ‘pêkanîna demokrasiyê li welat’ dikin armanc.

Em ji raya giştî re teqez dikin ev êriş me ji xebatên bo pêkanîna armancên ku em pê bawer in dûr naxe.

Em dê têkoşîna xwe dewam bikin heta istiqrareke siyasî ya ku Sûriyeyî dixwazin, pêk were.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst