‘Heta Îran nebe Îraneke din, em nikarin vegerin’

28-06-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Qeder Kenanî û Wekalet Sabirî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Qeder Kenanî û Wekalet Sabirî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Şerê Îran û Îsraîlê Gever Wan
A+ A-

Gever (Rûdaw) - Koçberên Îran û Rojilatê Kurdistanê behsa zehmetiyên li welatê xwe dikin û dibêjin, “Heta Îran nebe Îraneke din em nikarin vegerin.”

Di dema destpêka şerê Îran û Îsraîlê re beşeke hevwelatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwe gihandin navçeyên Wan û Colemêrgê.

Piştî agirbestê jî piraniya wan careke din vegeriyan lê hinek ji wan hê jî naxwazin vegerin.

Ew dibêjin, "Heta em ji rewşa ewlehiyê ya Îranê piştrast nebin, em venagerin."

Hevkarê me Şewket Herkî di vê raporê de balê dikşîne ser rewşa xelkê Rojhilatê Kurdistanê yên ku hatine Geverê.

Hatina navçeyên Serhedê

Li gorî amarekê nefermî bi destpêka şerê Îran û Îsraîlê, nêzîkî hezar hevwelatiyên Îranê ku piraniya wan xwedî destûra rûniştinê ya Tirkiyeyê ne hatin navçeyên Wan û Colemêrgê.

Qeder û keça xwe Almîra jî tevî hejmarek hevalên xwe, xwe gihandine navçeya Geverê. Ew dibêjin, heta ku rewş bi temamî asayî nebe, naxwazin vegerin.

Koçbera ji Rojhilatê Kurdistanê Qeder Kenaniyê wiha got:

“Bi rastî, rewşa Îranê gelek xirab bûye; şer û nearamî heye. Gelek hevalên min jî hatin û li vir ji xwe re xanî girtin.

Ew jî naxwazin vegerin. Rastî ev e, her kes ji bo zarokên xwe û çarenivîsa malbatên xwe ditirse. Heta Îran nebe Îraneke din, em nikarin vegerin.”

Wekalet Sabirî: Em ji bo zarokên xwe ditirsin

Navê vê jina din a Rojhilatê Kurdistanê jî Wekalet Xanim e. Wekalet Xanim jî tevî du zarokên xwe ji Urmiyeyê hatiye Geverê û niha li mala xizmekî xwe dimîne.

Wekalet Xanimê, mêrê xwe di dema Koronayê de ji dest daye û ji tirsa ewlehiyê zarokên xwe ji kamerayan vedişêre.

Niha, wekî gelek hevwelatiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê yên ku hatine Bakurê Kurdistanê, ew jî li benda asayîbûna rewşa welatê xwe ye.

Wekalet Sabiriyê amaje bi şerê Îran û Îsraîlê kir û wiha got:

“Li Îranê şer e. Em ji welatê xwe hatine Tirkiyeyê. Birsitî heye, nan nîne. Em diçûn dora nan, ew jî qedexe kirin.

Zarokên me ditirsin, em ditirsin. Heta rewş baş nebe, em nikarin vegerin welatê xwe. Em niha hatine Tirkiyeyê û li vir dijîn.

Em nizanin em dê çi bikin, em hemû ditirsin. Zarokên me ditirsin nan nîne, hejarî heye. Gelek zehmet e.”

Piştî ku di navbera Îran û Îsraîlê de agirbest hat ragihandin, beşeke mezin a hevwelatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê careke din vegeriyan welatê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst