Medyaya Îranê: Li Bender Ebasê droneke Îsraîlê hat xistin

17-06-2025
RÛDAW
Nîşan Şerê Îran û Îsraîlê Îsraîl Îran Bender Ebas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî medyaya fermî ya Îranê, sîstema parastina asmanî li bajarê Bender Ebasê yê başûrê Îranê hatiye aktîvkirin û di encam de dronek hatiye xistin.

Berbangê îro medyaya fermî ya Îranê belav kir ku di encama aktîvkirina sîstema parastina asmanî de li bajarê Bender Ebasê yê parêzgeha Hurmuzganê droneke Îsraîlê hat xistin.

Şerê Îran û Îsraîlê ketiye rojê pêncemîn û li gorî agahiyan, her îro êrîş bo ser çend baregehên leşkerî li Pîranşar, Şino, Mehabad, Seqiz û Sine yên Rojhilata Kurdistanê û çend bajarên din ên Îranê û herêmên cûda yên Tehranê hatiye kirin.

Hev dem Îranê jî bi hejmareke dron û mûşekên Cruise êrişî Îsraîlê kir.

Heta niha hejmara kuştî û birîndarên êrişên her du aliyan nehatine ragihandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst