Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Arûşê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê leşkerên artêşa Tirkiyeyê bi hinceta “qaçaxçîtiyê” bi ser gund de girt û wan xwest li nav malan lêgerînê bikin.
Welatî li dijî leşkeran derketin û di navbera wan û leşkeran de alozî derket.
Êvara roja înê leşkerên artêşa Tirkiyeyê bi ser gundê Arûşê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê de girt û xwest bi hinceta “qaçaxçîtiyê” di nav malên welatiyan de lêgerînê bikin.
Şêniyên gund nerazîbûn nîşan da û ew li dijî leşkeran derketin.
Li ser vê yekê di navbera gundiyan û leşkeran de alozî derket.
Leşkeran piştre gule li asman reşandin.
Beşek ji dîmenên aloziya di navbera xelkê gund û leşkeran de ji Rûdawê re hatin şandin.
Gundiyekî ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji Rûdawê re da zanîn ku ew debara xwe bi anîna kel û pelên ji Deriyê Sînorî yê Serzêrê dikin.
Dema ew kel û pelan tînin jî li mal dihêlin, ji ber wê leşkeran xwestiye bi ser malên wan de bigirin.
Gundî amaje bi wê yekê didin ku ew kel û pelên xwe bi awayekî yasayî ji deriyê sînorî derbas dikin û di anîna wan de pirsgirêk dernakevin.
Parlamenterê Şirnexê yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Mehmet Zekî Îrmez derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya daxuyaniyek li gel vîdoeyeke gundiyan belav kir û nerazîbûn nîşanî leşkeran da.
“Li erdnîgariya me daristan hatine tunekirin”
Parlamenterê Şirnexê yê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez bangî Pparêzgarê Şirnexê kir û got:
“Ev dîmen li gundê Arûşê yê navçeya me Qilebanê hatine girtin û gihîştin destê min.
Li gorî îdiayan, hêzên ewlehiyê bi ser wan gundiyan de girtiye ku rojane ji Deriyê Sînorî yê Serzêrê çûn û hatinê dikin.
Li erdnîgariya me ya ku daristan lê hatine tunekirin û ji ber herêmên ewlehiyê yên taybet ajeldarî lê nemaye, wan çav berdaye wê bazirganiya ku gel di vê krîza aborî de li ser pêyan dihêle.
Li Arûşê ku hatiye dorpêçkirin çi diqewime? Em ji Parêzgariya Şirnexê bilez li benda daxuyaniyekê ne.”
Beşek ji gundiyan demjimêrên dereng ên şeva borî ji Rûdawê re ragihand ku leşkeran piştî nerazîbûna wan bi paş de gav avêtine û ji gund çûne lê ew dilgiran in ku bi heman awayî careke din operasyon li gundê wan were kirin.
Gundê Arûşê nêzîkî nîv demjimêrî ji Deriyê Sînorî yê Serzêrê ye ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê yê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de ye.
Gundî bi piranî debara xwe bi bazirganiya rojane ya sînorî dikin.
Ew bi gelemperî kel û pelên wekî çend kîlo çay an jî kartonên cixareyan tînin û bi firotina wan debara xwe dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse