Şerê malmîrat, erdheja malxopan û serkeftina Dijwar

28-07-2023
Nîşan Efrîn Dagirkirin Erdhej Dijwar Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dijwar Hesen Mihemedê Efrînî di ezmûna pola 9an a Sûriyeyê de serkeftineke mezin bi dest xist.

Dijwar di ezmûnê de ji ser 310 puanan 308,4 puan standin û serkeftina wî li seranserê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê deng veda.

Dijwar ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye. Piştî ku Efrîn sala 2018an hate dagirkirin ew jî bi malbata xwe re çû taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê.

Dijwarê ku ji ber dagirkirina bajarê xwe û şerê malmîrat bar kiribû li Helebê jî kete nav lepên erdhejeke malxopan.

Erdheja 6ê Sibatê, rewşa zehmet a derkiriyên ji welêt zehmettir kir lê Dijwarê Efrînî dev ji xeyalên xwe berneda.

“Me xwend da em Efrînê serbilind bikin”

Dijwarê serkeftî bû mêhvanê Rûdawê û bi vî awayî behsa serkeftina xwe kir:

“Ezmûna vê salê zehmet bû. Ji ber vê erdhejê û vî şerî rewşa me xerab bû lê me baş xwend. Me xwend da em Efrînê serbilind bikin û em vegerin Efrîna xwe.

“Me bi şevê jî li ber şewqa telefonê dixwend”

Ev 5 sal in em li Şêx Meqsûdê ne. Gelek caran kahreba nebû. Me bi rojê dixwend û me bi şevê jî li ber şewqa telefonê dixwend. Kahreba ji bo me tiştekî zehmet bû.”

Dijwar anî zimên ku ezmûn zehmet bû û got, “Zehmet bû lê ev normal e, yê ku bixwîne dê bi ser bikeve. Ku xwendekar bixebite hêsan dibe.”

Dijwar herwiha îfade kir ku dixwaze beşên zanistî bixwîne û pê de çû, “Ez dixwazim bibime bizîşk, dê û bavê xwe serbilind bikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst