Babacan: Ji sedî 5 jî îhtîmala serkeftinê hebe em dê piştgiriyê bidin pêvajoyê

28-07-2025
RÛDAW
Nîşan Alî Bababcan Wan Pêvajo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alî Babacan li ser pêvajoya nû ya çareseriyê got, “Pêvajo bi îhtimala ji sedî 5 jî bi ser bikeve em dê dîsa jî piştgiriyê bidin wê îhtimala ji sedî 5an."

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di otêlekê de bi rojnamegeran re civiya û pirsên wan bersivandin.

Babacan got, “Em di rojên ku şewata daristanan gelekî zêde bûye re derbas dibin.

Kezeba me dişewite. Şehîdên me yên daristanan û welatiyên me hene ku canê xwe ji dest dane.

Dema behsa şewata daristanan tê kirin, guherîna avhewayê û germbûna global tê bîra mirov.

Em bangî Parlamentoya Tirkiyeyê dikin ku fonksiyona xwe ya çavdêriyê bi cih bîne û derbarê şewata daristanan de lêkolîneke berfireh bike.

Divê parlamento teqez civîneke awarte li dar bixe û ji bo şewata daristanan fonksiyoneke lêkolînê ava bike.”

“Me helwesteke eşkere nîşan da”

Babacan bal kişand ser pêvajoya nû ya çareseriyê û wiha axivî:

"Em di qonaxekê de ne ku rêxistinê biryara fesixkirina xwe daye, dest bi danîna çekan kiriye û ji bo axaftina li ser rêziknameyên yasayî yên pêwîst ên ji bo paşerojê komîsyonek tê avakirin.

Dema ev pêvajo nû dest pê kir, dema me li metnên axaftinên birêz Devlet Bahçelî nihêrî, me dît ku me gelekî girîngî daye vê yekê û me nirxand ku eger ev pêvajo bêyî şaşî were meşandin, baldarî were nîşandan û ji derve neyê astengkirin, dikare bibe derfetek ji bo bidawîkirina pirsgirêka teror û tundiyê ku yek ji pirsgirêkên herî girîng û kevnar ên Tirkiyeyê ye.

Pêvajo bi îhtimala ji sedî 5 jî bi ser bikeve em dê dîsa jî piştgiriyê bidin wê îhtimala ji sedî 5an. Me helwesteke wiha eşkere nîşan da.”

“Me avakirina komîsyonê wekî tiştekî baş dît”

Babacan diyar kir ku pêvajo dê bi nîşandana îradeya siyasî û wêrekiya siyasî bi pêş ve biçe û got:

"Gelo rîsk hene? Hene. Gelo dibe ku di gelek mijaran de pirsgirêk derkevin? Dibe.

Em ji van hemûyan haydar in. Ragihandina gavên ku hatine avêtin û yên ku dê bên avêtin dê gelekî krîtîk be.

Dê çi, çima û çawa were kirin? Divê ev gelekî baş bên şêwirandin.

Ji ber vê yekê, me avakirina komîsyoneke li parlamentoyê ku mixalefet jî tê de be û partiyên mixalefetê jî xwedî gotin bin, wekî tiştekî baş dît.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst