Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser pêvajoyê got, "Her ku pêvajo bi pêş ve diçe, pirsên di hişan de winda dibin."
Erdogan her wiha got, "Li herêmên Rojhilat û Başûrrojhilatê Anatolyayê hewayeke geşbînî heye."
Kabîneya Tirkiyeyê îro bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan civiya.
Erdogan piştî civîna kabîneyê derbarê rojevê daxuyanî da.
Erdogan li ser gotinên Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ên ku îdia kiribû di biryara Almanyayê ya firotina balafirên Eurofighterê de bandora wî heye jî axivî û got:
“Heke rast be ku serokê partiya sereke ya mixalefetê li pişt deriyên girtî xwedî li welatê xwe derdikeve ku her tim gilî û gazinan jê dike, ev gaveke hêja ye.
Em ji vê aciz nabin. Em dê ji pîrozkirina wan aciz nebin. Bes bila karibin bibin partiyeke Tirkiyeyê.”
Xalên sereke yên axaftina Erdogan ev in:
"Tevî hemû krîz û pevçûnan, em ji her demê bêhtir nêzîkî îdeala xwe ya Tirkiyeyeke mezin û bihêz in.
Me şewatên daristanan ên ku li gel tevahiya cîhanê li welatê me zêde bûne, nirxandin.
Me rewşa dawî ya pêvajoya Tirkiyeya bê teror gotûbêj kir. Pêngavên me yên di warê pîşesaziya parastinê de mijareke din a rojeva me bû.
“Em aciz nabin”
Eger rast be ku serokê partiya sereke ya mixalefetê li pişt deriyên girtî xwedî li welatê xwe derdikeve ku her tim gilî û gazinan jê dike, ev gaveke hêja ye. Em ji vê aciz nabin.
Em wan di nav zehmetiya daxwaza spasdariyê de nahêlin û em dê ji tebrîkkirina wan aciz nebin. Bes bila karibin bibin partiyeke Tirkiyeyê.
“Di demeke nêzîk de dê maseya aştiyê dîsa li Tirkiyeyê bê danîn”
Me di mijara şerê Ukraynayê de polîtîkayeke adilane meşand. Me lez da dîplomasiya aştiyê.
Di dan û standinên gera 3yemîn de ku 23yê Tîrmehê hatin kirin, biryara guhertina dîlên şer ku herî kêm hezar û 200 kes bin, hat dayîn.
Em amade ne ku mazûvaniya hevdîtinên di asta lîderan de bikin.
Çawa ku maseya muzakereyê li Stenbolê hat danîn, di demeke nêzîk de dê maseya aştiyê jî dîsa li Tirkiyeyê bê danîn û dê ev şerê bi xwîn bi dawî bibe.
“Tirkiyeya bê teror projeya miletê me ye”
Pêvajoya Tirkiyeya bê teror di heman demê de projeya miletê me ye.
Em dibînin ku ev xeyal gav bi gav dibe rastî. Bila fikarên ti kesî nebin.
Ev rêya ku em ketinê, dê hem bi demokrasiya xwe û hem jî bi aboriya xwe me bigihîne Tirkiyeyeke bihêz.
“Li herêmên me yên Rojhilat û Başûrrojhilatê Anatolyayê hewayeke geşbînî heye”
Her ku pêvajo bi pêş ve diçe, pirsên di hişan de winda dibin.
Li herêmên me yên Rojhilat û Başûrrojhilatê Anatolyayê hewayeke geşbînî heye.
Em girîngiyê didin ku pêvajo bi awayekî şefaf û bi tevlîbûneke herî berfireh berdewam bike.
Me bi eşkereyî anî ziman ku em dixwazin partiyên di parlamentoyê de tevkariyê bikin. Serokê me yê MÎTê gelek serdan pêk anîn.
“Divê mixalefet sereke li aliyê rast ê dîrokê be”
Divê têkoşîna Tirkiyeyê ya ji bo xilaskirina ji prangaya terorê nebe qurbana hesabên cuda.
Di siyasetê de qezaya gelek tiştan dibe, lê di vê mijarê de hinceta sistkirina pêvajoyê nîne.
Vê yekê ne milet û ne jî dîrok efû dike. Pêvajo ji bo partiya sereke ya mixalefetê derfeteke bêhempa ye.
Miletê me jî li bendê ye ku opozîsyona sereke li aliyê rast ê dîrokê cih bigire.
Pêvajoya Tirkiyeya bê teror dê ji bo vê yekê bibe referanseke girîng.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse