Li Wanê bi hinceta PKKyê 6 kes hatin desteserkirin

28-08-2023
RÛDAW
Nîşan Wan PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Wanê, hefteya borî bi “hinceta PKKyê” 6 kes hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 21-27ê Tebaxê de bi armanca “rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê” operasyon hatin kirin.

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di navbera 21-27ê Tebaxê de di "operasyonên" cuda de bi hinceta ku “alîkariya PKKyê kirine” 6 kes hatin desteserkirin.

Derbarê kesên ku hatin desteserkirin de karên yasayî hatin destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst