HSD û Koalîsyonê rahênan kir: Koalîsyonê daxuyanî da

28-08-2025
RÛDAW
Nîşan HSD Koalîsyon Rahênan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HSD û Koalîsyonê di roja çaran de li baregeha Koalîsyonê ya li Rojavayê Kurdistanê rahênaneke hevbeş a leşkerî pêk anî.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî îro danê sibê li baregeha Qesrikê ya nêzîkî bajarokê Til Temirê yê li bakurê Hisîçayê dewreyeke nû ya rahênanên hevbeş ên leşkerî li dar xist.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di rahênanên ku vê sibê hatin kirin de, li gel firîna balafiran dengê teqînên li pey hev û gulebaraneke dijwar hat bihîstin.

"Kapasîte hêzên hevkar bi bandortir dibin"

Li aliyê din Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî jî li ser rahênanê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:

"Em li cihê ku ronahî newêre bigihîje wê derê şer dikin.

Di vê tetbîqata leşkerî de bal hat kişandin ser rêkarên piştevaniya asmanî ya nêzîk da ku hevahengiya di navbera Hêzên Hevkar û Hêzên Koalîsyonê de were misogerkirin.

Bi van tetbîqatan, endamên Koalîsyonê bi rêya şêwirmendî, bipêşxistin û bihêzkirina kapasîte û şiyanên hêzên hevkar, bi bandortir dibin."

Rahênana bi beşdariya balafiran

Roja sêşemê jî HSD û Koalîsyonê li baregeha Qesrikê ya li gundewarê Til Temirê yê bakurê Hisîçayê, bi beşdariya balafirên şer ên Koalîsyonê, rahênaneke li dar xistibû.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ev rahênan di çarçoveya hewlên ji bo bilindkirina amadehiya şer û xurtkirina hevahengiya di navbera her du aliyan de hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst