Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku gerîlayê wê yê ji Rojhilatê Kurdistanê Cûdî Zagros (Kawa Herekolî) di 18ê Hezîrana 2021ê de di operasyonkê de canê xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê got,"Hevrêyê me Cûdî ku xwedî ruhê fedaî yê Apoyî bû, ji bo parastina hevrêyên xwe û ji bo zerer negihêje wan, xwe feda kir û şehîd bû."
HPGyê soza şopandina têkoşîna wî da û sersaxî ji malbata wî û gelê Kurdistanê re xwest.
Li gorî daxuyaniya HPGyê nasnameya zanyariyên li ser Cûdî Zagros bi vî rengî ne:
Cûdî Zagros, navê wî yê fermî Kawa Herekolî ye û li Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.
Her wiha hat eşkerekirin ku Cûdî Zagros 18ê Hezîrana 2021ê li Herêma Kurdistanê di operasyonekê de canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse