MÎTê li Sûriyeyê 8 DAIŞî kuştin

28-09-2025
RÛDAW
Nîşan Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê Tirkiye MÎT
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku li Sûriyeyê li dijî endamên DAIŞê yên ku ajokarê servîsê Bînalî Aslan ê li Enqereyê winda bûbû û cenazeyê wî li Mêrsînê hatibû dîtin kuştibûn, operasyonek hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di şerê derketî de 8 gumanbar hatine kuştin, 2 kes birîndar bûne û 4 kes jî sax hatine girtin.

"Operasyon li Îdlibê hat kirin"

Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxwe de wiha hat gotin:
"Piştî ku hat tespîtkirin ku malbateke 14 kesî ya ku nêrînên rêxistina terorê ya DAIŞê pejirandibûn û otomobîla welatiyê me yê bi navê Bînalî Aslan kirê kiribûn û paşê ew kuştibûn, derbasî Sûriyeyê bûne, di encama xebatên bi koordîneya Serokatiya me ya MÎTê, Serokatiya Îstixbaratê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê û Serokatiya Daîreya TEMê de, hat tespîtkirin ku gumanbar li navnîşaneke li herêma Îdlib-Etmeyê ya Sûriyeyê dimînin.

Di operasyona ku bi koordîneya Servîsa Ewlekariya Hundirîn a Sûriyeyê li dijî navnîşanê hat lidarxistin de, piştî ku li hemberî bangên 'teslîm bibin' bi guleyan bersiv dan, di şerê derketî de 8 gumanbar hatin kuştin, 2 kes birîndar bûn û 4 kes jî sax hatin girtin."

"Gumanbar radestî Tirkiyeyê hatin kirin"

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gumanbarên li Sûriyeyê hatine girtin, radestî Tirkiyeyê hatine kirin û wiha hat domandin:
"Di encama xebatên li ser rêyên derbasbûna otomobîla desteserkirî de, di dema çalakiyên lêgerîn û şopandinê yên hevbeş ên Fermandariya Cendirmeyan a Mêrsînê û Midûriyeta Ewlekariyê ya Mêrsînê de li gundê Kaburgedîgî yê Tarsûsê, welatiyê me yê bi navê B.A. yê xwediyê otomobîlê, li herêma daristanî di bin axê de veşartî hat dîtin."

"Xwediyên malê jî hatin girtin"

Di daxuyaniyê de her wiha hat eşkerekirin ku xwediyên mala ku endamên DAIŞê beriya bûyerê lê diman jî hatine girtin û wiha hat gotin:
"Piştî ku hat tespîtkirin ku malbata DAIŞî beriya bûyerê li Enqereyê li mala kesên bi navê M.A. û N.S. maye, gumanbar ji aliyê Midûriyeta me ya Ewlekariyê ya Enqereyê ve hatin girtin û ji aliyê dadgehê ve hatin girtin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst