Mesrûr Barzanî: Em ji bo Îsmaîl Beşîkçî amadeyî hevkariyê ne

28-09-2025
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Îsmaîl Beşîkçî Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amadehiya xwe ya ji bo dermankirina Îsmaîl Beşîkçî nîşan da.

Civaknas, nivîskar û dostê Kurdan Dr. Îsmaîl Beşîkçî doh danê êvarê li Ameda Bakurê Kurdistanê di Festîvala 9emîn a Belgefîlman a FîlmAmedê de dema ku diaxivî ji nişka ve ji ser hişê xwe çû ku xwîn rijiyabû ser mêjiyê wî.

Tîmên tenduristiyê çûn salona festîvalê û piştî midaxeleya destpêkê, wan Beşîkçî bir Nexweşxaneya Fakulteya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Îsmaîl Beşîkçî ji şeva borî ve di beşa çavdêriya hûr a de tê dermankirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêywendiyeke telefonî ya li gel Weqfa Îsmaîl Beşîkçî de rewşa Îsmaîl Beşîkçî pirsî.

Mesrûr Barzanî hêviya şifaya xêrê ji Beşîkçî re xwest û amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşkêşkirina her cure hevkarî û alîkariyê ya ji bo dermankirina wî nîşan da.

Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen li ser rewşa dawî ya Îsmaîl Beşîkçî ragihandibû ku ji şeva borî ve tê dermankirin û rewşa wî baştir e.

Veysî Ulgen dabû zanîn, tevî ku rewşa Beşîkçî ber bi başiyê ve diçe jî ji ber ew cihê mêjiyê yê ku xwîn rijiyabû ser metirsiya li ser jiyana wî didome.

Ulgen her wiha diyar kir ku Beşîkçî di axaftinê de zehmetiyê dikişîne, aliyê wî yê rastê felc bûye û dîtina wî jî ne zelal e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst