Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari got, “Hêzên parastinê yên Îsraîlê (IDF) hîn li Xezeyê ne û şer berdewam e.”
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari di civîna çapemeniyê de axivî û têkildarî şer û rewşa li Xezeyê zanyarî parve kir.
Daniel Hagari diyar kir ku hêzên artêşê derbasî navçeyên bakurê Xezeyê bûne û çaçoveya operasyonên xwe berfireh kirine.
Berdevk Daniel wiha berdewam kir:
“Hêzên me hîn li herêmê ne û şer didome. Heta niha ji artêşa me mirî nîne.
Şeva borî fermandarên Hamasê ku di nav wan de fermandarên hêzên deryayî jî hebûn hatin kuştin.
Kuştina wan pêşketineke girîng e ji bo me. Ev tê wê wateyê ku em şerê dijminekî lawaztir dikin.
Herwiha IDFyê şeva din êrişî binesaziya Hizbulahê jî kirine.”
Li aliyê din IDFyê jî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihandin ku wan şeva borî û berê sibeha îro 150 “armancên bin erdê” ên li bakurê Xezeyê bombebaran kirine.
Dê alîkarî biçin başûrê Xezeyê
Berdevkê Artêşa Îsraîlê li ser mijara alîkariyên mirovî jî wiha got:
“Dê alîkariya ji bo kesên ku diçin başûrê Xezeyê zêde bibe. Dê zêdetir barhilgirên ku derman û av dihilgirin bikevin başûr. Li herêma ewle dê alîkariya pêwîst were kirin.”
“Me 150 armanc li Xezeyê bombebaran kirin”
Artêşa Îsraîlê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku wan şeva borî û berê sibeha îro 150 “armancên bin erdê” ên li bakurê Xezeyê bombebaran kirine.
Li gorî Artêşa Îsraîlê, “tûnêl, cihên şer û pevçûnan ên bin erdê û jêrxana din a bin erdê” hatine bombebarankirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse