Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, binpêkarin û talankirina mal û milkê welatiyên Kurd, bi taybetî di dema çinîna zeytûnan de, bi awayekî sîstematîk berdewam e.
Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen jî dibêje, îsal berhema zeytûnan gelekî kêm e û komên çekdar ew berhema kêm jî bi rêya “lîjneyên aborî” û burokrasiyê talan dikin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku komeke ji Erebên hawirde berhema zêdeyî 500 darên zeytûnan li gundê Bêkê yê navçeya Bilbilê talan kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, ev darên zeytûnan ên cotkarên Kurd Şukrî Elî Murad, Mihemed Elî Murad, Îbrahîm Elî Murad, Mihemed Xelîl Omer, Sebrî Kedî, Omer Xelîl Omer û Mistefa Şêx Mûsa ne.
Zêdeyî 100 kesên ji Erebên hawirde bi şivik û boriyên hesinî û plastîkî êrişî zeviyan kirine, ne tenê berhem dizîne lê di heman demê de şaxên daran şikandine û zerereke mezin gihandine zeviyan.
Hat diyarkirin ku ev karê talanê ji aliyê Erebekî hawirde yê bi navê Ebû Fadî, ku bi eslê xwe ji Hemayê ye, hatiye birêvebirin.
Rewşa giştî ya zeytînan û berdewamiya talankirinê
Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen bû mêvanê Rûdawê û derbarê rewşa giştî ya Efrînê pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Ehmed Hesen da zanîn ku îsal ji ber kêmbûna baranê û avhewaya nebaş, berhema zeytûnan bi giştî gelek kêm bûye û got:
"Em karin bêjin ji 20 milyon darên zeytûnan, belkî tenê 5 milyonan berhem daye."
Hesen li ser hewildanên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkê got:
“Me du caran bi rêveberî û cîgirê parêzgarê Helebê re û carinan bi parêzgar bi xwe re jî axivî. Me got ku ev lîjneyên aborî ne lazim in.
Li Ezaz, Rai û Mareyê ev lîjne nînin, tenê li Efrînê hene û ji cotkaran re astengiyan çêdikin.”
Ehmed Hesen tekez kir ku talankirin ne tenê li gundekî ye, lê li seranserê Efrînê, bi taybetî li navçeyên Bilbilê, Raco, Mabeta û Cindirêsê, berdewam e.
Ew dibêje ku paşmayiyên komên çekdar ên wekî Hemzat, Emşat û Ehrar el-Şerqiye hîn li herêmê hene û bi awayekî sîstematîk vê talanê dikin.
Ehmed Hesen her wiha diyar kir ku "komîteyên aborî yên ku tenê li Efrînê hatine avakirin, bûne astengiyeke din li pêşiya cotkarên Kurd û rê li ber diziyê xweştir dikin."
Pirsgirêka Kurdî di perwerdeyê de
Ji bilî talankirina berhemana li Efrînê, pirsgirêkeke din a mezin jî rawestandina dersên zimanê Kurdî ye.
Serokê Xwecihiya ENKSyê ya Efrînê li ser mijara perwerdeya bi zimanê Kurdî jî axivî û da zanîn ku ev mijareke gelekî girîng e û li gorî hemû qanûn û peymanên navneteweyî mafê her gelekî heye ku bi zimanê xwe bixwîne û binivîsîne.
Ehmed Hesen bi bîr xist ku di dema Rêveberiya Xweser de perwerdeya bi zimanê Kurdî heta asta zanîngehê hebû lê îsal ev yek hatiye sekinandin û got:
“Mixabin bi destpêka vê salê re ji me re wekî surprîzekê bû. Negotin zimanê Kurdî qedexe ye, negotin jî dê hebe.
Yanî wisa ma. Gotin ‘zimanekî biyanî heye’ lê negotin ew ziman çi ye.
Ji ber vê yekê, carinan li dibistanekê, eger birêvebirê wê xwestibe dersa Kurdî tê dayîn lê bi awayekî fermî tiştek nîne.”
Wî her wiha ragihand ku wan wekî ENKSyê daxuyaniyek derxistiye û ji Serokkomar Ehmed Şer û Wezîrê Perwerdeyê Mihemed Turko re şandiye û gotiye ku divê zimanê Kurdî vegere dibistanan lê heta niha ti bersiv nestandine.
Banga vegerê û rewşa koçberan
Li hemberî van hemû zehmetiyan, Ehmed Hesen bangî hemû xelkê Efrînê yên koçber bûne, çi li Cizîrê, Helebê, Tirkiyeyê an jî li her devereke din a cîhanê bin, kir ku li mal û warên xwe vegerin.
Hesen derbarê gotegotên ku karwanek ji xelkê Efrînê ji herêma Cizîrê xwe ji bo vegerê amade dike got ku agahiyên wiha bi awayekî nefermî gihîştine wan, lê heta niha tiştekî fermî tine.
Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê Ehmed Hesed tekez kir ku ENKS piştgiriyê dide her pêngaveke ji bo vegera xelkê ya ser axa xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse