Tahîr Elçî hat bibîranîn: 10 salên bê edalet

28-11-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan Tahîr Elçî Amed Bibîranîn
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 10emîn salvegera kuştina xwe de li Amedê ji aliyê parêzeran ve bi girseyî hat bibîranîn.

Parêzeran ji ber Dadgeha Amedê heta Minareya Çarling a ku Tahîr Elçî lê hatibû kuştin meşek li dar xist.

Wan piştî meşê daxuyaniyek da û daxwaza cezakirina kujeran kir.

Her çi qasî di ser kuştina Tahîr Elçî re 10 sal derbas bûbin jî heta niha bûyer nehatiye ronîkirin û kujer nehatine cezakirin.

Pêvajoya darizandinê ya li dadgeha herêmî qediya û dosya niha li Dadgeha Destûra Bingehîn e.

Parêzer bawer dikin ku biryara derbarê dosyaya Tahîr Elçî ya ku niha li Dadgeha Destûra Bingehîn e, dê ji aliyê vê dadgeha bilind ve were xerakirin.

Parêzer destnîşan dikin ku eger biryar neyê xerakirin, ew dê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç û Endamê Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê Alî Bayram jî beşdarî merasîmê bûn.

Parêzeran piştî merasîma bîranînê ya li ber Minareya Çarling qurnefîl danîn cihê ku Tahîr Elçî lê hatibû kuştin.

Di merasîma bîranînê de Hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu jî amade bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst