Baregeha Barzanî: Serok Barzanî gilî li dijî ti kesî tomar nekiriye

28-12-2019
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Mesûd Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baregeha Barzanî ragihand ku Serok Barzanî li dijî hemwelatiyekî Iraqê an jî ti kesekî din gilî tomar nekiriye û aşkere kir ku ew zanyariyên li ser vê mijarê hatine belavkirin dûr in ji rastiyê.

Baregaha Serok Mesûd Barzanî bi daxuyaniyekê aşkere kir ku ji aliyê çendîn malperên Kurdî û Erebî nûçeyek belav bûye ku goya li ser giliya Serok Barzanî hemwelatiyekî Iraqî bi tohmeta reşkirinê, li bajarê Necefê hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku ew ji hemû aliyan re radigihînin ku vê mijarê dûr û nêzîk ti peywendiyek bi Serok Barzanî ve nîne û Serok Barzanî gilî li ser ti kesekî tomar nekiriye û bi ti şêweyekê jî ne agahdarê babeteke bi vî rengî ne û peywendî jî pê nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst