Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvan û fenomenê medyaya civakî yê ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê Lazar Dêrik çû ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de û silav da xelkê Cizîra Botan.
Lazar di vîdeoyekê de dibêje, "Pismamên min li Cizîrê ne û rojekê em dê van sînoran rakin û bigihin hevdû."
Lîstikvan û fenomenê medyaya civakî Lazar Dêrik bi xwe ji gundê Eyndîwerê yê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye.
Gundê Eyndîwerê sînorên Bakur û Rojavayê Kurdistanê digihîne hev.
Lazar Dêrik çû ser sînorê li gel Cizîra Botanê û bi vîdeoyekê silav da xelkê navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê.
Lîstikvanê ji Rojavayê Kurdistanê vîdeoya xwe taybet ji Rûdawê re şandiye.
"Em dê rojekê van sînoran rakin"
Dêrik di vîdeoyê de diyar dike ku ew ji eşîra Kiçiyan e û pismamên wî li aliyê Cizîrê ne.
Lazar Dêrik di vîdeoyê de dibêje, "Em dê rojekê van sînorên di navbera xwe de rakin û dê pismamên me ji Cizîrê bên û biçin em jî dê serdana wan bikin."
Cizîra Botan bi penîrê xwe yê Sîrîk navdar e.
Lazar Dêrik ji pismamên xwe yên li wî aliyê sînor daxwaz dike ku dema hatin wî penîrî bi xwe re bînin û dibêje mastê zozanan jî ji bîr nekin.
"Em bi dîwar û têlbendan ji hev hatine veqetandin"
Lazar Dêrik derbarê belavkirina vê vîdeoyê û hestên xwe de ji Rûdawê re axivî û got:
"Berî ku ez vê vîdeoyê tomar bikim ev hest li gel min çêbû. Min got em hemû mirov û xizmên hev in.
Di navbera me û wan de (Cizîr-Dêrik) 5 deqe hene lê em bi dîwar û têlbendan ji hev hatine veqetandin."
Lîstikvan û fenomenê medyaya civakî yê Rojavayê Kurdistanê her wiha got:
“Min xwest bi rêya vê vîdeoyê silavê xwe bigihînim xelkê me yê Cizîra Botan.
Armanca min ew bû ku em hemû mirovên hev in lê em bi sînoran ji hev hatine dûrkirin.
Înşalah rojekê ev sînor bên rakirin û em bigihin hev û berdewam çûn û hatin di navbera me de hebe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse