Li Dêrsimê lat bi ser barhilgirekê de ket: Mirî û birîndar hene

29-01-2024
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Lat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Pilûrê ya Dêrsimê lat bi ser barhilgirekê de ket û di encamê de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gundê Çirpazinê yê navçeya Pilûrê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê lat bi ser barhilgira bi şofêrtiya V.Y. de ket.

Di encama bûyerê de V.Y û rêwiyê bi navê E.S birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.

Alî Ekber Soyluyê ku li ser kursiya li kêleka şofêr rûniştibû canê xwe ji dest da.

Rêya ku hatibû girtin, bi alîkariya makîneyên kar careke din hat vekirin.

Welatiyê bi navê Mazlum Buyuktaş diyar kir ku li herêmê her tim lat û kevir dikevin û got:

“Her tim kevir ji vir dikevin. Li vir lewheya ‘Dê kevir bikeve’ jî heye.

Latekî mezin hatiye û bi ser wesayîtê de ketiye. Heyf e, guneh e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst