Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan operasyona li dijî şaneyên DAIŞê yên ku li Hisîça êrişî wan kiribû bi dawî kiriye û 3 çekdar girtine.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek belav kir.
HSDyê diyar kir ku şaneyên DAIŞê îşev li taxên Xiwêran û Neşweyê yên Hisîçayê bi çekên sivik û navîn êrişî hêzên wan kiriye.
HSDyê da zanîn ku hêzên wan dest bi operasyoneke şopandinê kiriye û di encamê de 3 endamên wan şaneyan hatine girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse