Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re tevî alîkariya bijîşkî, nameyek şand û têde dibêje: “Ez hêvî dikim ku di heyama li pêşiya me de Kongre û medyaya Amerîkayê jî bi vê piştevaniya ku me di dema vîrusê de daye, girîngiya stratejîk a têkiliyên me bêtir fehm bike.”
Serokomarê Tirkiyê ligel alkariyên bijîşkî yên bo Amerîkayê şandine, nameyek ji serokê wî welatî Donald Trump re jî şand.
Erdogan di nameya xwe de dibêje ew hêvî dike ew alîkarî di têkoşîna Amerîkayê ya dijî Covid-19ê de bibe piştevan û sûdê bide tendirustiya welatiyên wan yên ku nexweş ketine û wiha got: “Divê hûn bawer bikin ku dewleta min wekî hevkarekî xurt û pêbawer ê Amerîkayê dê her dem her cure alîkariya xwe bidomîne.”
Erdogan destnîşan kir geşedanên dawîn ên li herêmê daye nîşan ku tifaq û tevkariya Tirkiye-Amerîkayê çi qas girîng e û divê ev bi awayekî xurt dewam bike û wiha got: “Ez hêvî dikim ku di heyama li pêşiya me de Kongre û medyaya Amerîkayê jî bi vê piştevaniya ku me di dema vîrusê de daye, girîngiya stratejîk a têkiliyên me bêtir fehm bike û li dijî pirsgirêkên me yên hevpar weke pêwîst tevbigerin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse