Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Amêdiyê ya Dihokê dronekê êrişî xala kontrolê ya Pêşmergeyan kir û li gorî zanyariyan 2 kes birîndar bûne.
Li sînorê navçeya Amêdiyê di encama ketina dronê de 2 Pêşmerge birîndar bûn.
Berpirsekî payebilind ê ewlehiyê li Amêdiyê ji got, "Dron bi ser baregeheke Pêşmergeyan de ket û du Pêşmerge birîndar bûn.”
Li gorî wî berpirsê ewlehiyê yê Amêdiyê, rewşa tenduristiya Pêşmergeyan baş e.
Doh jî li Amêdiyê dronek bombebarkirî xwe li xaleke leşkerî ya Pêşmergeyan teqand û 3 Pêşmerge birîndar bûbûn.
Heta niha jî nehatiye zanîn ka ew dron ên kê ne.
Heta amadekrina vê nûçeyê, lêpirsîn li ser sedema bûyerê û cureya dronê berdewam dike.
Berpirsekî ewlehiyê yê Amediyê got: "Em nizanin ka droneke xwekûj bûye yan hatibû teqandin, yan jî ji jor ket û teqiya."
Li ser rewşa tenduristiyê ya birîndaran, çavkaniyekê ji Tenduristiya Amediyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: "Rewşa yek ji Pêşmergeyên birîndar gelekî baş e û birîna wî sivik e, rewşa yê din girantir e lê metirsî li ser jiyana ti kesî ji wan tune."
Endamê Rêxistina Tîmên Çêkirina Aştiyê yên Civakê (CPT) ya Amerîkî Kameran Osman derbarê bûyerê de ji got, "Bûyer saet 06:00ê sibehê çêbûye û du kes bi navên Bîlal Îsmaîl 44 salî û Remezan Abed 37 salî birîndar bûne ku her du jî xelkê Nahiya Qesrokê yên Şêxanê ne."
Kameran Osman her wiha li ser bûyera doj jî ji Rûdawê re got, "Pêşmerge mijûlî çêkirina xaleke leşkerî bûn, di wê demê de PKKyê dronek şandiye ji bo çavdêriyê.
Gava ku ew dron di ser wê binkeyê re difire, ji cihekî nediyar teqe lê hatiye kirin ne ji aliyê Pêşmergeyan ve."
Li gorî gotina Kameran Osman, baregeheke Tirkiyeyê li wê navçeyê hebûye û li ser binkeyê temaşe dikir; "Dibe ku ji aliyê wê baregehê ve teqe li dronê hatibe kirin bi wê sedemê drona xwekuj teqiyaye û zerera canî hebûye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse