Devlet Bahçelî: Divê DEM Partî li dijî konferansa Qamişloyê derkeve

29-04-2025
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî DEM Partî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî diyar kir ku divê DEM Partî li dijî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê derkeve û helwesta xwe nîşan bide.

Bahçelî li ser pêşahatên dawî yên Tirkiye û herêmê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Serokê Giştî yê MHPyê bagî PKKyê jî kir û got, "Divê PKK zûtirîn dem de çekên xwe radest bike, kongireya xwe pêk bîne û kiryarên fesixkirina rêxistinê temam bike da ku armanca Tirkiyeya bêteror enfekte nebe û hin alozî dernekevin."

Serokê MHPyê li hemberî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestî ya Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê de nerazîbûn nîşan da û got:

"Di Konferansa Yekîtî û Helwesta Hevpar de ku bi piştgirî û teşwîqa Amerîka û Fransayê, bi organîzekirina ENKS û PYDyê li Qamişloya Sûriyeyê hat lidarxistin, daxwazên cudaxwaziyê hatin îfadekirin û biryarên li dijî yekîtiya siyasî û axa Sûriyeyê hatin wergirtin."

"Divê DEM Partî li hemberî konferansê bertekê nîşan bide"

Devlet Bahçelî diyar kir ku Seokê CHPyê Ozgur Ozel di navbera Kurd û Tirkan de fesadiyê dike.

Bahçelî her wiha amaje bi wê yekê kir ku Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestî ya Kurdî"ya Rojavayê Kurdistanê kir û got:

"Pêşniyara çareseriya nenavendî li Sûriyeyê, ango pêşniyara ku sîstema yekgirtî red dike, derket holê û hatiye nîqaşkirin.

Helbet rayedariya Şamê, biryar û daxuyaniyên vê konferansa şermezar, kir û ew wekî fersendperestiyê dît û bi tundî red kir.

Wê tekezî li ser yekîtiya Komara Erebî ya Sûriyeyê, axa wê û yekîtiya gelê wê kir û destnîşan kir ku ev xeta sor e.

Bi bandor, teşwîq û ferza hêzên derveyî, rêkeftina 10ê Adarê di navbera terorîst Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Hikûmeta Sûriyeyê Ehmed Şer de hat binpêkirin."

"Divê PKK çekên xwe radest bike"

"Ji bo aştî û paşeroja herêmê, pêwîst e ku ev binpêkirin were telafîkirin û rêxistina terorê PYD/YPG çekên xwe deyne û li gor nexşerêya diyarkirî tevlî Komara Erebî ya Sûriyeyê bibe.

Ji bo pêwîstiya yekdengiyê, divê DEM Partiya ku bi îsrar û sebir ber bi rêya partiyeke Tirkiyeyê ve diçe, bertek nîşanî vê lîstika li Qamişloyê hatiyê lîstin bide.

Ji bo ku armanca Tirkiyeya bê teror asteng nebe û hinek alozî dernekevin, divê PKK yekser çekên xwe radest bike, kongreya xwe bicivîne û bi awayekî fermî were feshkirin.

Bêyî ku merc bên danîn, divê pabendî banga 27ê Sibatê ya Îmraliyê be û divê PKK li gorî gotina wî kesê ku wekî rêberê xwe dibîne tevbigere."]

"Ez hêviya slametiyê ji Sirri Sureyya Onder re dixwazim"

Bahçelî di beşeke din a daxuyaniya xwe de hêviya silametiyê ju Sirrî Sureyya Onder xwest û got:

"Bi taybetî jî divê keda Parlamenterê DEM Partiyê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Rêzdar Sirri Sureyya Onder (Ku niha di nava têkoşîna jiyanê de ye û ez ji bo wî hêviya nûçeyên baş dikim û ji Xwedayê xwe dixwazim ku şîfayê  bibîne) û pêngavên heta niha hatî avêtin ber ba neçin.

Provokasyona Qamişloyê rewşeke şermezar e ku avê bi ser xwarineke amade de dike."

26ê vê mehê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê bi serperiştiya ENKS û PYNKyê bi beşdariya 400 delegeyan li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.

Şandeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) DEM Partî û Nûnerê Serok Mesûd Barzanî yê Rojavayê Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî ji bo piştgirî û tevlîbûna konferansê li Rojavayê Kurdistanê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst