Di 11 saliya damezirandina Rûdawê de 11 xelat

29-05-2024
RÛDAW
A+ A-

Beriya bi 11 salan, Tora Medyayî ya Rûdawê di karê xwe yê medyayî de karekî mezin girtibû ser milê xwe, damezrandina medyayeke profesyonel û bi qalîte ji bo pêşkêşkirina nûçe û zanyariyan ji bo temaşevanên Kurd li seranserê cîhanê.

Herwiha ji bo temaşevanên biyanî ji bibe çavkaniyeke pêbawer a Kurdî ya nûçe û agahiyan a li herêma me ya bi bûyer lê zêde ne.

Weşana Rûdawê,  29ê Gulana 2013yan bû qonaxeke girîng di medyaya Kurdistanê de. Îro, dema ku em zêdetirî deh salên serkeftinên girîng pîroz dikin.

Em bi dîroka ku me çêkiriye jî serbilind in û ji bo paşerojeke geştir jî planan dikin.

Tora Medyayî ya Rûdawê, di heyama 11 salên derbasbûyî de çend gavên mezin avêtine û bûye serkêşekî medyayî li herêmê.

Pabendbûna me ya ji bo duristkirina naverokeke bi qalîte li her çaraliyê cîhanê jî tê dîtin.

Bidestxistina çend xelatên mezin ên navneteweyî belgeya hêza Rûdawê ya di warên cuda de ye.

Xelat vê yekê nîşan didin ku Rûdaw dikare bi bandor çîrokan ragihîne û ji aliyê temaşevanên cîhanê ve tê dîtin û bûye cihê baweriyê.

Tenê di sala derbasbûyî de Rûdawê di pêşbirkên bi mezintirîn ajansên cîhanê re 11 xelat bi dest xistine.

Nûçe û bernameyên Rûdawê her tim bûne yên herî zêde tên temaşekirin. Bi tenê Rûdaw dikare rekorên xwe bişkîne.

Di her du hefteyên destpêkê yên meha Remezana îsal de, zêdetirî 100 milyon kesî li Medyaya Dîjîtal a Rûdawê temaşe kiriye.

Ev delîleke eşkere ya potansiyel û bandora berdewam a bûyeran li ser platformên dîjîtal e.

Ev jî hêza Rûdawê nîşan dide ku xwe bigihîne temaşevanên cihêreng û cîhanî û rêya bikaranîna teknolojiyê çîrokan bi berfirehî ragihîne.

Zêdebûna berdewam a temaşevanên medyaya dîjîtal a Rûdawê, nîşana zelal a karîna Rûdawê ye ku di cîhana medyayê ya ku hertim diguhere de xwe biguncîne û pêş bixe.

Tora Medyayî ya Rûdawê pabend e bi şikandina sînorên afrîneriyê di karê medyayê de.

Em li ser projeyên mezin û nûjen dixebitin û armanca me xurtkirina naverokê û berfirehkirina temaşevanan e. Em dê ji bo parastina pêbaweriya Rûdawê dê bi hemû hêza xwe kar bikin.

Di vê dema ku em 11 saliya xwe pîroz dikin, em spasiya bi milyonan bîner, guhdar û xwînerên xwe yên dilsoz dikin ku piştgiriya Rûdawê dikin.

Me bi hev re Rûdaw kir sembola serkeftina rojnamegerî û medyayê. Em dê bi hev re serkeftinên bi dest bixin da ku Rûdaw her tim li pêş be.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst