Hewlêr (Rûdaw) – Asayişa Raperînê dest bi ser tonek goştê kevn û xirab de girt.
Rêveberiya Asayişa Raperînê û Komîteya Çavdêriya Bazar û Embaran li sînorê Rêveberiya Raperînê, îro duşemî 29ê Tîrmehê di hewleke hevbeş de dest bi ser tonek goştê kevn de girtin, ku dema bikaranîna wan goştan derbas bûbû.
Asayişa Raperînê ragihandiye, hêzên wan li sînorê gundê Qerenî Axa dest bi ser wan goştên xirab de hatiye girtin. Asayişê herwiha diyar kiriye, ew dikana ku goştê xirab têde bû, ji aliyê hêzên wan ve hatiye girtin û tevahiya goşt jî hatiye jinavbirin.
Asayişa Raperînê daxwaz ji welatiyan kiriye, di dema kirîna goşt û her pêwîstiyeke din a jiyana rojane de, li dema ser berhem mêze bikin û paqijiya cihê ku kirîna xwe lê dikin, li ber çav bigrin.
Herwiha asayişê daxwaz kiriye, eger her kesekî têbînî li ser her dikan û firoşgehekê hebû, hêzên wan agahdar bike daku rêkarên pêwîst ji bo parastina tendirustiya welatiyan bêne cîbicîkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse