Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya DEVAyê Ali Babacan li ser navê komîsyona pêvajoyê got "Bila navê komîsyonê nebe ‘Tirkiyeya bêteror.’"
Alî Babacan serdana Şaredariya Bajarokî Ristemgêdûkê yî navçeya Kopê ya Mûşê kir ku Partiya DEVAyê lê bi ser ketibû û li wir pirsên rojnamegeran bersivandin.
Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya nû ya çareseriyê ya ku wekî “Tirkiyeya Bêteror” hatiye binavkirin lê îtiraza wî li ser navê wê heye.
Babacan got, "‘Teror’ têgeheke negatîf e û paşgira ‘-siz’ jî pêvekeke negatîf e.
Ji ber vê yekê dibe ku navê komîsyoneke ku bi negatîf negatîfê dest pê dike ne rast be lê piştî ku were avakirin divê em li benda biryara komîsyonê bin çimkî li wir desthilat jî heye, mixalefet jî heye.”
Babacan li ser pirsa derbarê navê komîsyona "Tirkiyeya Bêteror" ev bersiv da:
"Em her tim ji têgehên pozîtîf hez dikin. Ji ber vê yekê ‘teror’ têgeheke negatîf e û paşgira ‘-sîz’ jî paşgireke negatîf e.
Ji ber vê yekê dibe ku navê komîsyoneke ku bi negatîf negatîfê dest pê dike ne pir rast be.
Lê piştî ku komîsyon hat avakirin, divê mirov li benda biryara komîsyonê bimîne çimkî li wir desthilat jî heye, mixalefet jî heye.
Ji ber piraniya bibandor dê giraniya mixalefetê jî hebe. Ji ber vê yekê ew dê li wir biaxivin.
Lê em di wê baweriyê de ne ku bi têgehên pozîtîf birêvebirina vê pêvajoyê dê gelekî guncavtir be. Niha em dikarin 100 têgehên pozîtîf bijmêrin.
Bila em gotegoteke nû dernexin lê bi eşkereyî ez jî li ser peyva ‘bêteror’ disekinim çimkî ‘teror’ jî negatîf e, paşgira ‘-siz’ jî negatîf e.
Ez jî wisa difikirim ku divê ev komîsyon bi negatîf negatîfê dest pê neke."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse