HRW: Meaşên karmendên Herêma Kurdistanê bûne dîlên siyasî

29-07-2025
RÛDAW
Nîşan Human Rights Watch (HRW) Herêma Kurdistanê Îraq Meaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Human Rights Watchê ragihand ku êrişên bi dronan ên li ser qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê zerereke mezin gihandiye hilberîna enerjiyê û bangî Bexda û Hewlêrê kir ku dayîna meaşan bikin karê xwe yê pêşîn.

Rêxistina Human Rights Watchê (HRW) raporek derbarê êrişên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê û encamên wan belav kir.

Human Rights Watchê navneteweyî amaje pê kir ku di navbera 14 û 16ê Tîrmeha 2025an de, ji aliyê komên ne diyar ve êrişên bi dronan li 5 qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê hatine kirin û zerereke mezin gihandiye hilberîna enerjiyê.

HRWê diyar kir ku êrişên bi dronan pêşhateke "metirsîdar" e di nakokiya demdirêj a di navbera Bexda û Hewlêrê de ya li ser kontrolkirin û dabeşkirina dahata petrolê.

Hikûmeta Îraqê ji meha Gulanê ve şandina meaşên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê rawestandiye.

HRWyê di rapora xwe de got:

“Divê rayedarên federal ên Îraqê û Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan lêkolînê bikin, rê li ber êrişên zêdetir ên li ser binesaziya enerjiyê bigirin û misogeriya dayîna meaşan bi temamî û di dema wê de bidin.”

Di nava vê mehê de 21 caran bi dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin û armanca piraniya êrişan qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê bûne.

"Meaşên wan bûne dîlên nakokiyên siyasî"

Lêkolera Kar û Barên Îraqê ya Rêxistina Human Rights Watchê Sara Sanbarê anî ziman:

“Xerakirina bi mebest a binesaziya petrolê, îhtimal heye ku encamên metirsîdar li ser gihîştina xelkê Herêma Kurdistana Îraqê bi xizmetguzariyên giştî re hebin.

Tiştê ku rewşê girantir dike ew e ku bi hezaran mamoste, bijîşk û hemşîre nikarin xerciyên xwe yên rojane dabîn bikin, ji ber ku meaşên wan bûne dîlên nakokiyên siyasî.”

Di raporê de, li ser bingeha amaran, amaje pê hat dayîn ku êriş bûne sedema rawestandina hilberîna nêzîkî 220 hezar bermîl petrol a di rojekê de û bi vê yekê berhema giştî ya petrolê ji sedî 70 kêm bûye.

Lijneyeke hevbeş a di navbera Hewlêr û Bexdayê de derbarê van êrişên bi dronan hatiye avakirin û biryar e ku pêşniyarên xwe pêşkêşî Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bikin.

Ev êriş hemwext bûn li gel lihevtêgihiştina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de ya derbarê meaş û petrolê.

Human Rights Watchê her wiha da zanîn:

“Rawestandina şandina meaşên sektora giştî ji aliyê Bexdayê ve, rasterast bandor li kalîte û hebûna xizmetguzariyên giştî yên sereke kiriye ku di nav de çavdêriya tenduristî û perwerde jî hene.”

HRWyê ragihand ku rayedarên federal û herêmî berpirs in ji parastina binesazî û welatiyên sivîl û divê ji bo misogerkirina bicihanîna mafên aborî, civakî û çandî yên xelkê bi niyazpakî bixebitin û dabeşkirina meaşan bikin karê xwe yê pêşîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst