RIHA - Vîdeoya şkenceyê belav bû: Parlamentera Rihayê bangî wezaretan kir

29-07-2025
RÛDAW
Nîşan Dîlan Kunt Ayan Serê Kaniyê Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayanê, piştî belavbûna dîmenên şkenceya li 2 ciwanên Sûriyeyî bangî wezaretên Tirkiyeyê kir.

Di vîdeoyekê de tê dîtin ku leşkerên Tirkiyeyê şkenceyê li 2 kesan dikin.

Tê îdiakirin ku li qereqoleke ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê li navçeya Serê Kaniyê ya parêzgeha Rihayê hatine tomarkirin.

Her wiha hat îdîakirin ku leşkerekî bi navê Mîrza Tekîn li 2 ciwanên Sûriyeyî dixe û şkenceyê li wan dike.

Piştî belavbûna dîmenan, Parlamentera Rihayê Dîlan Kunt Ayanê dest bi lêkolînê kir.

Ji bo lêkolîna bûyerê Ayanê serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoya Tirkiyeyê da.

Ayanê her wiha pirsnameyên cuda pêşkêşî Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler kir.

"Ev bûyereke sîstematîk e"

Ayanê di daxwaznameya xwe de diyar kir ku ev bûyer ne tenê binpêkirineke takekesî ye û divê bûyer di çarçoveya zimanê nefretê û kiryarên li dijî penaberan de were nirxandin.

Ayanê anî zimên ku bi taybetî li ser sînor gelek îdiayên miameleya xerab, desteserkirinên kêfî û heta kuştinê ji aliyê karmendên dewletê ve hatine kirin û piraniya van bûyeran jî bê ceza mane.

Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayanê got:

"Bûyera dawî ya li Serê Kaniyê nîşan dide ku şkenceya sîstematîk ne yekane ye.

Bê qanûniya di bin navê ewlehiya sînor de gihiştiye asteke cidî."

"Bêcezakirin cesaretê dide sûcdarên nû"

Parlamentera DEM Partiyê her wiha bal kişand ser wê yekê ku şkence li gorî Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û peymanên navneteweyî sûcekî giran e.

Ayanê got ku bêcezamayîna van kiryaran, cesaretê dide karmendên din ku heman sûcî bikin.

Siyasetmedara Kurd wiha pê de çû:

"Bêcezakirin tenê nabe sedema neheqiyê, di heman demê de zemîna sûcên nû jî diafirîne.

Dema dewlet sûcên hêzên xwe yên ewlehiyê bêceza dihêle, ev tê wateya ku nerasterast piştgiriyê dide şkenceyê."

Daxwaz û pirsên sereke li wezaretan

Dîlan Kunt Ayanê daxwaz kir ku Komîsyona Mafên Mirovan bilez bikeve dewrê.

Ayanê xwest ku serdana qereqolê bike, nasname û aqûbeta ciwanên ku rastî şkenceyê hatine diyar bike.

Her wiha xwest ku hemû berpirsiyar, di serî de Mîrza Tekîn, ji kar bên dûrxistin û lêpirsîneke bi bandor were destpêkirin.

Hinek pirsên sereke yên ku Ayan ji wezîran pirsîne ev in:

“Nasname, netewe û temenê kesên ku rastî şkenceyê tên hatine tespîtkirin?

Rewşa wan a tenduristî û yasayî çi ye?

Li ser bûyerê ji aliyê Wezareta Navxwe û Wezareta Parastinê ve lêpirsîna îdarî hatiye destpêkirin?

Leşkerê bi navê Mîrza Tekîn û personelên din ên leşkerî ji kar hatine dûrxistin?

Di 5 salên dawî de, derbarê miameleya xerab a li dijî penaberan li ser sînor, çend gilî gihîştine wezaretên we?

Ji bo pêşîlêgirtina li şkence û miameleya xirab a li ser sînor, çi tedbîrên berbiçav hatine wergirtin?”

Dîlan Kunt Ayanê ji Rûdawê re eşkere kir ku ew li benda bersivên aliyên pêwendîdar in û civînên wê yên li ser mijarê berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst