Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand, di nav 24 demjimêrên bihorî de 1,285 kes li Herêma Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine û 18 kes ji pêketiyên vîrusê jî jiyana xwe ji dest dane.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji duh ve heta îro 6,614 pişkinînên taybet bi Coronayê bo destnîşankirina pêketiyan hatine encamdan, ku encama 1,285 ji wan pişkinînan pozîtîv bûye, ku 580 kes li Hewlêrê, 238 li Silêmaniyê, 440 li Duhokê û 27 li Helebce bûne.
Wezaretê herwiha da zanîn, ku di nava rojekê de 18 kes ji pêketiyên Coronayê li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dane, ku 2 li Hewlêrê, 9 li Silêmaniyê, 6 li Duhokê û kesek li Helebceyê bûne.
Li gor daxuyaniyê, herî dawî 503 nexweşên Coronayê jî li Herêma Kurdistanê baş bûne.
Bi van amarên nû re, hejmara pêketiyên COVID-19 li Herêma Kurdistanê gihîşt 74,334 kesan, ku 42,076 kes ji wan baş bûne û 2,406 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse