Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar li ser xeta boriya petrolê ya Tirkiye-Îraqê got, “Îro 1,5 milyon bermîl, tê wateya karekî salane yê bi qasî 40 milyar dolaran e.”
Alparslan Bayraktar Ajansa Anadoluyê (AA) re axivî û pirsên derbarê rojevê bersivandin.
Bayraktar di beşeke zêde ya axaftina xwe li ser pirsgirêka petrolê ya di navbera Tirkiye û Îraqê de sekinî.
“Peyam 1973yan hatiye îmzekirin”
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê wiha got:
“Peyama boriya petrolê ya Ii Îraq-Tirkiyeyê vedigere salên 1970yî. Peyamna heye ku sala 1973an hatiye îmzekirin.
Di salên 1976-1977an de karê xeta boriyê qediya lê ji wê demê heta niha ku nêzîkî 50 sal in, mixabin me nekarî tevahiya kapasîteya wê boriya petrolê bi kar bînin.
“Kapasîteya rojane nêzîkî 1,4 heta 1,5 milyon bermîl e”
Kapasîteya rojane ya vê xetê nêzîkî 1,4 heta 1,5 milyon bermîl e.
Beşa ku ji Silopiyayê diçe Ceyhanê 650 kîlometre ye. Du xetên boriya petrolê hene, 40 înç û 46 înç.
Wek hûn dizanin, Şerê Kendavê yê 1990î, her wiha destêwerdana Amerîkayê sala 2003an li Îraqê çêbû.
Salên 2014, 2015 û 2016an bînin bîra xwe ku DAIŞ li wan navçeyan bû û xeta boriya petrolê li aliyê Îraqê wêran kir.
“Kapasîteya xeta petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê zêde ye”
Tevî van hemûyan jî ew xet ti carî bi tevahiya kapasîteya xwe neket kar. Kapasîteya xeta petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê zêde ye.
Tê bîra we ku dihat gotin gelo Tengava Hurmuzê dê were girtin? Piştre bihayê petrolê ket tevgerê.
Em vê yekê ji Îraqê re dibêjin, welatê we rojane 4 milyon bermîl petrol hinarde dike.
Hemû ev bi rêya Besrayê derbas dibe. Li vir, 1,5 milyon bermîl bi arasteyeke cuda de diçe.
Yanî hûn dikarin bi rehetî nêzîkî ji sedî 40ê ji petrol xwe bi arasteyeke din bigihînin bazarên cîhanê.
Her wiha hûn dikarin bigihîjin cihek û bazareke cuda jî wekî mînak Deryaya Spî û Ewropayê.
“Me salek berê ew agahdar kirin”
Ji ber vê yekê me gaveke yasayî avêt. Ev peymana me ya ku Tîrmha 2026an bi dawî dibe, me salek berê ew agahdar kirin, ji ber ku eger me ev nekira, aliyê hember dê dilgirna bûba.
Me dikarî bi awayekî otomatîk wê peymanê dirêj bikin. Lê wê demê me dê peymaneke dirêj bikira ku kapasîteya xwe tije nekiriye.
Me dê peymaneke dirêj bikira ku mixabin ji sala 2024an ve her du alî xistine nav aloziyeke yasayî.
Me got, ev peyman ji aliyê bazirganî û yasayî ve ne sûdmend e û em wê dirêj nekin.
Lê rasterast piştî vê, min bi nameyekê reşnivîsa peymanekê ji Wezîrê Petrolê yê Îraqê re şand.
Di nameyê de me got em bi vî awayî amade ne ku boriya petrolê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de bixin kar.
Di deqa reşnivîsê de jî me daxwaz kir ku em kapasîteya tevahî ya wê boriya petrolê bi kar bînin, bi awayekî ku ti nakokiyeke yasayî jî di navbera me de dernekeve.
Yanî bila 1,4, 1,5 milyon bermîl were şandin. Armanca me ev e. Li gel vê, dibe ku Rêya Bipêşketinê jî bibe rêya enerjiyê.
“Li Ceyhanê projeya pêk bînin”
Îro 1,5 milyon bermîl tê wateya 40 milyar dolar salane. Em ji Îraqê re dibêjin werin em li Ceyhanê projeyên parzûngeh û petrokîmyayê pêk bînin.
Hûn ku hew qasî petrol we heye, hûn dikarin vî karî bikin. Di rastiyê de gelek karên baş hene ku bên kirin.
Ji ber vê yekê me got, ev peyman ji aliyê bazirganî û yasayî ve ne sûdmend e û em wê dirêj nekin.
Lê rasterast piştî vê, min bi nameyekê reşnivîsa peymanekê ji Wezîrê Petrolê yê Îraqê re şand.
Di nameyê de me got em bi vî awayî amade ne ku boriya petrolê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de aktîv bikin.
Di deqa reşnivîsê de jî me daxwaz kir ku em kapasîteya tevahî ya wê boriya petrolê bi kar bînin, bi awayekî ku ti nakokiyeke yasayî jî di navbera me de dernekeve.
Ji bo gihîştina 1,5 milyon bermîl, pêwîst e mijar başûrê Îraqê jî li xwe bigire.
Ji ber ku tenê bi bakur, Kerkûk û yên din, tenê nîvê wê miqdarê dikare were dabînkirin.
Eger başûr jî bikeve nav vî warî, wê demê ev gav dikare wek alternatîfa Tengava Hurmuzê jî were bikaranîn û arasteya beşek ji wê hinardeyê were guhertin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse