Li Mêrdîn û Amedê ji bo qada petrolê biryara destdanînê hat dayîn

15-08-2025
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Amed Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser daxwaza Saziya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO), derbarê qada wê ya di nav sînorên parêzgehên Amed û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê biryara destdanînê hat dayîn.

Biryara destdanînê ya Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Maden û Petrolê (MAPEG) a Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Di hinceta biryarê de hat diyarkirin ku MAPEGê daxwaza TPAOyê nirxandiye.

Li gorî biryarê, dê ji bo xeta boriya petrolê û xeta veguhastina enerjiyê dest deynin ser erd û zeviyên pêwîst ên li gundê Bîrikê yê navçeya Bismilê.

Her wiha hat eşkerekirin ku ew dever ji bo karûbarên petrolê pêwîst in û di destdanîna wan de "berjewendiya giştî" heye.

Hat zanîn ku ji ber xwediyên erdan bihayekî zêde xwestiye, kirîna wan bi rêya lihevkirinê pêk nehatiye û lewma biryara destdanîna lezgîn hatiye dayîn.

Hat ragihandin ku ew qad dikevin nav sînorê ruxsata lêgerîna petrolê ya TPAOyê û tê plankirin ku bîrên bi navê "Kilavuztepe-6" û "Kilavuztepe-8" lê bên vekirin.

Beriya niha Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê ragihandibû ku bi taybetî li parêzgeha Amedê potansiyeleke mezin a petrolê heye û wan kar û xebatên lêgerînê berfirehtir kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst