Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Rwanga, di şeşemîn xûla pêşkêşkirina xelatên xwe yên salane de, roja Pêncşemê 10 gencên dahêner û behremend ên Herêma Kurdistanê xelat kir.
Dezgeha Rwanga bi armanca pêşxistina şiyana lawan, salane berhemên cor bi cor ên hunerî, edebî û zanistî yên lawên Herêma Kurdistan yên temenê wan di navbera 15 heta 25 salan de ye, werdigre û piştî ku komîteyeke taybet nirxandinê ji bo wan berheman dike, hejmarek kesan xelat dike.
Îsal di nava 3 mehan de, 462 gencan, 294 kur û 168 keç, kar û dahênanên xwe ji bo Rwange şandibûn, 10 kes ji wan di warên cuda de hatin hilbijartin û xelat pêşkêşî wan hatin kirin.
Her sal di merasimekê de yekemên warên kurteçîrok, kurtefîlm, fotografî, takjeniya muzîkê, dahênana zanistî, hunera rîsayklîn, wênekêşan, destpêşxeriya kar, helbest û programsaziyê tên xelatkirin.
Damezrîner û Serokê Dezgeha Rwanga, Îdrîs Barzanî ji bo pêşkêşkirina xelatê hate gazîkirin, wî jî Kurdek, Kristiyanek û Tirmkanek bang kirin û bi hev re xelat pêşkêşî kesên serkeftî kirin.
Dezgeha Rwanga weke handanek bo gencan û ji bo ku dahênanê bikin, wan xelatan pêşkêş dike.
Şeşemîn xûla dayîna xelatên Rwanga di demekê de birêveçû, ku berpirsên wê dezgehê serkeftinên di xûlên bihorî de kirine pirek ji bo serkeftin û destkeftên zêdetir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse