Koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî dixwazin vegerin bajarên xwe

29-11-2019
RÛDAW
Koçber derbarê vegera xwe de ji Rûdawê re axivîn
Koçber derbarê vegera xwe de ji Rûdawê re axivîn
Nîşan Girê Spî Serê Kaniyê Tirkiye Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber êrişên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hejmareke zêde ya xelkê sivîl ji bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê koçber bûne  û beşek ji wan hatine Herêma Kurdistanê.

Ew koçber dibêjin mal û milkên wan hatine talankirin ji aliyê çekdaran ve û herwiha daxwaz dikin biçin ser cih û warên xwe lêbelê amaje bi hebûna wan çekdaran dikin û yek ji wan koçberan dibêje, “Ew weke DAIŞiyan e, em ji wan ditirsin.”

Koçberên wan bajarên ku çekdaran dest daniye ser mal û milkên wan, di derbarê vegera xwe de ji Rûdawê re axivîn.

Hemwelatiyê bi navê Mehmûd Seîd ku ji Girê Spî koçber bûye, tekez dike ku ew dixwazin vegerin lê amaje bi hebûna grûpên çekdar dike û dibêje, “Em dixwazin vegerin, ma çawa em naxwazin, mal û milkê me li wir in, em nikarin dara berhev bikin, darê me li jor in, serbazên Tirk guleyan ber didin. Em nikarin vegerin ew wek DAIŞê ne, em ji wan ditirsin.”

Koçberekî din ê bi nave Memduh Ebdulqadir jî diyar dike, “Li Girê Spî tiştekî me nehiştine, tevaya wan dizî ne, niha jî em nikarin vegerin.”

Lêbelê Ebdulqadir dibêje, “Em nikarin vegerin ji ber ku ev ne mirov in.”

Koçbera bi navê Silwa Mihemed jî diyar dike, “Pir girîng e ji me re em vegerin, warê me ye, êrîşî me kirin û em ji malên me derxistin, em bi deran ketine, zarokên me hûr in û zivistan li pêşiya me ye.”

Silwa Mihemed jî weke koçberên din diyar dike, “Em hez dikin vegerin lê em ditirsin serê me jê bikin, ev deh e car me talan dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst