Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ew dê di pêvajoya çareseriyê de bi ser bikevin û wekî desthilat û dewlet ji bo pêvajoyê bi biryar in.
Recep Tayyîp Erdogan, li Stenbolê beşdarî merasîma xelatan bû.
Erdogan di axaftina xwe de behsa pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurdan kir.
Erdogan got, ew dê di pêvajoya çareseriyê de bi ser bikevin û wekî desthilat, hevpeymanî û dewlet ji bo pêvajoyê bi biryar in.
Erdogan ragihand ku Tirk, Kurd û Erebên ku li herêmê dijîn yek laş in û hinek alî naxwazin ku pêvajoya çareseriyê bi ser bikeve.
“Em dê vê carê bi ser bikevin”
Erdogan wiha axivî:
“Em gelekî baş dizanin ku hewldanên me yên ji bo xerakirina lîstikeke nîv sedsalî kîjan hêzan ditirsîne ku ji xwîn, rondik û pevçûnê sûdê werdigirin.
Em ji wan re tenê vê yekê dibêjin: Hûn dê vê carê bi ser nekevin.
Înşalah em dê vê carê bi alîkariya Xwedê û duayên miletê xwe hemû bi hev re bi ser bikevin.
Em dê bi 86 milyon welatiyên xwe û bi dehan milyon kesên ku xwe aidî vê axê dibînin, bidin rex xwe û hemû bi hev re dest bi nivîsandina destaneke nû bikin.
Em ber bi vê asoyê ve bêyî ku guh bidin xirabiyan, bi baldarî, bi sebir û bawerî dimeşin.
Dema em nêzîkî armancê dibin, em dizanin ku hewlên têkdanê, operasyonên medyayî, siyasî û endezyariyên civakî zêdetir dibin.
Em dê vê carê van kesan jî têk bibin. Ez dixwazim bê zanîn ku ji bo pêvajoya ‘Tirkiyeya Bêteror’ desthilat, hevpeymanî û dewlet bi biryar in.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse