AMED - Ji girtîgehê derket û hevjîna xwe kuşt

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amed Rojda Yakişikli Okay Gurlu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, mêrekî ku demek berê ji girtîgehê derketibû hevjîna xwe kuşt.

Li Amedê Okay Gurluyê 38 salî hevjîna xwe Rojda Yakişikliya 28 salî fetisand.

Hat tesbîtkirin ku Gurlu termê jinikê li çolê veşartiye û hêzên ewlehiyê ew desteser kir.

Bûyer, li gundikê Mîraxuran ê navçeya Sûrê rû da.

Okay Gurlu ji ber "bazirganiya madeyên hişber" di girtîgehê de bû û demek berê hatibû berdan.

Gurlu bi sedemeke ku hîn nayê zanîn Rojda Yakişikliyê fetisand.

Termê wê li çolê veşart

Okay Gurlu piştî ku jinik kuşt, termê wê 4 kîlometreyan dûrî gund bir û li zeviyeke vala veşart.

Malbata Rojdayê piştî ku agahî jê nestandin cendirme agahdar kirin.

Di lêkolîna tîman de derket holê ku Yakişikli hatiye kuştin.

Gumanbar Okay Gurlu hat desteserkirin. Termê Yakişikliyê ji bin axê hat derxistin û ji bo otopsiyê şandin Saziya Bijîşkiya Dadî.

Hat ragihandin ku kar û barên Gurlu yên li navenda cendirmeyan berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst