TUÎK: Mêrdîn di zewaca xizman de yekem e

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zewca Xizman TUÎK Mêrdîn Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên herî dawî yên li ser zewaca xizman eşkere kirin.

Li gorî daneyan, bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 20,3yan di zewaca xizman de bû bajarê yekem ê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Piştî Mêrdînê, bi rêjeya ji sedî 18,6an Riha, bi ji sedî 16,9an Sêrt û Amed, bi ji sedî 16,5an Semsûr û bi ji sedî 15,9an jî Êlih tên.

Di lîsteyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku bajarên Bakurê Kurdistanê di rêzên pêş de ne.

Sedemên zewaca xizman

Pispor balê dikişînin ser wê yekê ku zewacên di navbera xizman de bi taybetî li deverên gundewarî ji ber sedemên wekî pêkhateya kevneşopî, adetên sosyo-çandî û xurtbûna pêwendiyên malbatî belav in.

Lêbelê tê destnîşankirin ku ev zewac rîska nexweşiyên genetîk zêde dikin û girîngiya xebatên hişyarkirina civakê tê tekezkirin.

"Divê testa genetîk bê kirin"

Rêjeya bilind a li Mêrdînê di warê polîtîkayên tenduristî û civakî de wekî nîşaneyeke girîng tê nirxandin.

Pispor diyar dikin ku divê şêwirmendiya beriya zewacê û bernameyên pişkinîna genetîk werin berfirehkirin.

Rayedaran diyar kir ku daneyên TUÎKê rê nîşan didin û plan dikin ku bi taybetî li herêmên bi rîsk xebatên perwerde û hişyarkirinê zêde bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst