Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameyên 5 şervanên ku li Dêrezorê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi daxuyaniyekê nasnameyên 5 şervanên ku 28ê Nîsana 2025an canê xwe ji dest daye eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya HSDyê şervanên HSDyê Ehmed Xadild El Elî, Subhî Hisên El Elî, Mehmûd Yûsiv Mihemed El Şêx, Yûsiv Hesen El Hemmaş û Yûsiv Xalid El Casim di encama êrişkeke çekdarên DAIŞê de li gundewarên Dêrazorê canê xwe ji dest da..
HSDyê sersaxî ji malbatên wan re xwest û soz da ku ew ên heta ku çekdarên DAIŞê ji holê rakin têkoşîna wan dê bidome.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên 5 şervanan wiha ne:
Mihemed (Ehmed Xalid El Elî) li Dêrezorê ji dayîk bûyer û 28ê Nîsana 2025an li Dêrezorê canê xwe ji dest daye.
Sexir (Subhî Hisên El Elî) li Dêrezorê ji dayîk bûyer û 28ê Nîsana 2025an li Dêrezorê canê xwe ji dest daye.
Qesûra (Mehmûd Yûsif Mihemed El Şêx) li Dêrezorê ji dayîk bûyer û 28ê Nîsana 2025an li Dêrezorê canê xwe ji dest daye.
Hesen (Yûsif Hesen El Hemmaş) li Dêrezorê ji dayîk bûyer û 28ê Nîsana 2025an li Dêrezorê canê xwe ji dest daye.
Şahîn (Yûsif Xalid El Casîm) li Dêrezorê ji dayîk bûyer û 28ê Nîsana 2025an li Dêrezorê canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse