Li Amedê grupekê otomobîla şaredariyê şewitand

30-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Navçeya Rezan a Amedê çend kesan otomobîla şaredariyê ya berhevkirina gelaş şewitand.

Li navçeya Rezan a parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê grupek bi maske êrişî otomobîla pakkirinê ya şaredariyê kirin û şewitandin.

Li gor agahiyan li Taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan serê sibeha îro sêşemê 30ê Gulanê grupek çend kesî yên ku bi maske otomobîla komkirina gelaş a şaredariyê rawestandine û otomobîl şewitandine û ji cihê bûyerê reviyane.

Heta niha nasnameya kesên ku tê gotin ev kar kirine nehatiye eşkerekirin û kes nahetiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst