Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber teqîna mayîneke 9 karker li sînorê qezaya Pênciwênê birîndar bûn.
Birêvebirê Tenduristiyê yê Pênciwênê Dr. Xalid Ebdulah eşkere kir ku rewşa 3 ji birîndaran ne baş bû û sewqî Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Silêmaniyê hatin kirin.
Dr. Xalid Ebdulah ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: "Bûyer saet 08:30ê sibehê li zeviyeke çandiniyê li deşta Kêlo li Pênciwênê rû daye."
Her 9 birîndar ji bo Nexweşxaneya Pênciwênê hatine veguhastin û ji ber giraniya birînên wan, 3 kes sewqî Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Silêmaniyê hatine kirin.
Li gorî gotina Dr. Xalid rewşa 6 ji birîndaran baş e û ew jî tên dermankirin.
Li aliyê din, birîndaran ji Rêveberiya Tenduristiya Pênciwênê re gotiye ku wan bombeyek dîtiye ku şêweya wê nêzîkî narincokê bûye û di dema temaşekirinê de teqiyaye.
Karker li nava zeviyan mijûlî berhevkirina berhemên çandiniyê bûn.
Dr. Xalid da zanîn ku hemû karker ji Şarezûr û navçeya Seyd Sadiqê ya Silêmaniyê ne.
Mayînên li Herêma Kurdistanê
Herêma Kurdistanê yek ji wan welatane ku herî zêde mayîn di nav zeviyên wê de hene.
Li gorî rêxistinên navneteweyî yên taybet li ser mayînan raporan belav dikin piştî Angola û Efxanistanê Herêma Kurdistanê di rêza 3yem a cihanê de ye ku herî zêde mayîn lê hene.
Tê texmînkirin ku 10 heta 12 milyon mayîn li herêmên sînorî yên Herêma Kurdistanê hatine danîn.
Mayînên li Herêma Kurdistanê di serdema rejima Beisê ya Îraqê de li hemberî Pêşmergeyan hatine danîn.
Divê were gotin ku gelek mayînên ku rejima Beisê li herêma Raperînê danîne ew mayînin ku hatine qedexekirin.
Her wiha di serdema şerê Îran û Îraqê de Îranê de bi milyonanan mayîn li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê danîn.
DAIŞê jî piştî sala 2014an li herêma Mexmûr, Şingal û Giwêrê bi hezaran mayîn li nav zeviyên Herêma Kurdistanê danîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse