Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand ku lîsteya mûçeyê meha Hezîranê û balansa çavdêriyê ji bo Bexdayê hatiye şandin û daxwaz ji hikûmeta federal kir ku mûçeyan bide.
Lijneyê her wiha biryar da ku petrola amade ya ji bo hinartinê radestî SOMOyê bike.
Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.
Piştî civînê di daxuyaniyekê de biryarên girîng hatin ragihandin.
Di civînê de Wezîrê Darayî û Aboriyê Awat Şêx Cenab, raporek li ser dabeşkirina dahatên giştî û şandina wan bi awayekî şefaf ji bo Bexdayê pêşkêş kir.
"Lîsteya mûçeyê hatiye şandin"
Wezîr Awat Şêx Cenab got, "Lîsteya mûçeyê meha Hezîranê û balansa çavdêriyê ji Wezareta Darayî ya Federal re hatiye şandin.
Li hemberî vê, erkê Wezareta Darayî ya Îraqê ye ku mûçeyê meha Hezîranê yê fermanberên Herêma Kurdistanê bide."
Derbarê dosyeya petrolê de, Wezîrê Samanên Siruştî yê bi Wekalet Kemal Mihemed Salih, rewşa dawî ya derbarê jinûvedestpêkirina hinartina petrolê de pêşkêş kir.
"Dê petrol radestî SOMOyê bê kirin"
Lijneya Wezîran di vê mijarê de biryar da ku, "Ew petrola ku niha ji aliyê kompanyayên biyanî ve tê berhemanîn û ji bo hinardekirinê amade ye, bi mebesta hinartina bi rêya bendera Ceyhanê, radestî Kompanyaya Dewletê ya Firotina Petrolê ya Îraqê (SOMO) bê kirin."
Her wiha biryar hat dayîn ku berpirsyariya qerebûkirina wan kompanyayên ku petrola wan ji bo xerckirina navxwe ya Herêma Kurdistanê tê bikaranîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigire ser xwe.
Lijneya Wezîran di dawiya daxuyaniyê de ducare kir ku Herêma Kurdistanê pabendî rêkeftinan e û bang li Bexdayê kir:
"Pêwîst e hikûmeta federal, wekî ku ji bo fermanberên deverên din ên Îraqê dike, mûçeyê meha Hezîranê û piştre jî yê Tîrmehê bide."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse