Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê zarokeke 2 salî dema ku dilîst ket quşxaneya bipîpik û tê de asê ma.
Li gorî agahiyan li Êlihê zarokeke 2 salî dema di nav mitbexa malê de dilîst ket nav quşxaneya bipîpik û di nav de asê ma.
Her çiqasî dayikê hewl da keça xwe rizgar bike jî lê nikaribû.
Li ser agahdarkirinê tîmên hawarçûnê çûn cihê bûyerê û bi alîkariya çend amûran keçik ji quşxaneyê derxist.
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya keça bi navê Eslemê baş e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse