Li ser rêya Hewlêr û Kerkûkê qezayeke dijwar: 3 kes mirin

30-10-2025
RÛDAW
Nîşan Qezayên Trafîkê Hewlêr Kerkûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Hewlêr-Kerkûkê, li nêzîkî Projeya Asude Cityê qezayeke trafîkê çêbû û di encamê de 3 kes mirin.

Bûyer doh derengê şevê nêzîkî saet 12:00an qewimî.

Şahidekî qezayê ji Rûdawê re got, "Otomobîleke taybet û kamyonetekê li hev da û agir bi her duyan ket û rêwiyên wan şewitîn."

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Di bûyerê de sê kesan canê xwe ji dest daye."

Li gorî agahiyan, qeza di navbera 3 otomobîlan de çêbû û kamyonet, tankerek û otomobîlekê li bin guhê hev daye

Du rêwiyên otomobîlê û şofêrê komyonetê mirin. Şofêr û rêwiyê tankerê saxlem in.

Şahidekî din ê qezayê jî ji Rûdawê re got, "Me xwest em wan rizgar bikin lê ji ber dijwariya bûyerê û mezinahiya agir me nekarî."

Ji ber dijwariya bûyerê term bi temamî şewitîne û niha li Tiba Dadî ya Hewlêrê ne.

Birêvebiriya Polîsê Trafîkê jî li ser bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin.

28ê mehê li nêzîkî Nexweşxaneya Şar a li Silêmaniyê jî otomobîlekê qeza kiribû û 3 rêwiyên wê miribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst