Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdulah diyar kir ku li gorî peymana Hewlêr û Bexdayê Îraq dê 5 meaşên din ên îsal jî bişîne.
Şaxewan Ebdulah her wiha behsa hilbijartinên li Kerkûkê kir û diyar kir ku divê Kurd metirsiyên roja dengdanê ji bîr nekin û parêzvaniyê li nîvê kursiyên bajêr bikin.
"Hikûmeta Îraqê dê meaşan bişîne"
Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal a Îraqê gihîştine rêkeftinekê û ew rêkeftin ketiye warê cîbicîkirinê.
Ebdulah got, "Hikûmeta navendî êdî hinceta neşandina petrola Herêma Kurdistanê nemaye, ji ber ku niha firotina wê ji aliyê SOMOyê ve tê kirin.
Li ser dahata nepetrolî jî rêkeftin hatiye kirin û karîger e, heta ku komîte ji bo dahata nepetrolî çareseriyeke mayînde bibînin. Ji ber vê yekê, meaşên mehên 8, 9 û 10an û mehên din jî dê werin."
Alîkarê Serokê Parlamentoyê da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berjewendiya meaşgiran razî bûye ku beşek ji dahata nepetrolî bişîne Bexdayê, tevî ku ew mîqdar neheqî ye.
Wî got, "Hikûmeta Îraqê bi danîna bazgehan di navbera Herêma Kurdistanê û deverên din ên Îraqê de bûye sedem ku dahata nepetrolî ya Herêma Kurdistanê gelek kêm bibe lê dîsa jî ew daxwaza asta herî bilind a dahata navxweyî dikin."
Ebdulah tekez kir ku ji bo şandina meaşên meha heştan tenê karên îdarî mane û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî dikare rasterast bêyî civîna Encûmena Wezîran biryara xerc kirinê bide.
"Divê Kurd li Kerkûkê nîvê kursiyan misoger bikin"
Şaxewan Ebdulah derbarê hilbijartinên Kerkûkê de got ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dest bi bangeşeyê kiriye û hêviyeke wan a mezin bi xelkê bajêr heye.
Wî got, "Kerkûka niha û ya sala 2021ê gelek ji hev cuda ye. Berê li vî bajarî baregehên leşkerî hebûn, kesî nedikarî behsa axê bike û zilm li xelkê me dihat kirin. Parêzgarekî Ereb ê şovînîst hebû.
Me parêzgar ji kar dûr xist, me ax û ala vegerand.
Me bi sedan metre beton ji bo taxên wekî Pence Elî û Barûtxaneyê cîbicî kir, di demekê de ku Rakan Ciburî hewl dida rê li ber bigire lê me Rakan jî ji kar avêt.
Xelk van tiştan dibîne û her dem çavê wan li PDKyê ye."
Alîkarê Serokê Parlamentoyê di hilbijartinan ji bo Kurdan 2 armancên sereke destnîşan kirin û got: "Ya yekem, divê em nîvê kursiyan ku şeş kursî ne, biparêzin.
Ya duyem jî, pêwîstiya me bi parlamenterên bihêz heye ku li Bexdayê rûbirûyî planan bibin."
"Divê dengê Kurdan neyê şewitandin"
Şaxewan Ebdulah her wiha rexne li nebûna yekrêziya Kurdan girt û got ku PDKyê destpêşxerî kiriye ku bi yek lîsteyê beşdar bibin lê ev yek nehatiye qebûlkirin.
Wî got, "Min bi xwe berpirsê Liqa PDKyê yê li Xaneqînê şand cem berpirsê melbendê YNKyê û got, 'Li Kerkûkê nebû, em li Xaneqînê bibin yek deng' lê mixabin bersiva wan neyînî bû."
Ebdulah bang li partiyên siyasî yên biçûk kir û got, "Ez daxwazê ji wan partiyan dikim ku nagihîjin benda hilbijartinê, endamên xwe araste bikin da ku dengê xwe bidin yek ji partiyên mezin ên Kurdî da ku deng neyên şewitandin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse