Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îdiayên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê red kirin ku HSDyê bi mûşekekê êrişî leşkerên wan kiriye.
HSD dibêje ku ew leşker bi teqîna mayînekê canê xwe ji dest dane ku ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatibû çandin.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê doh ragihandibû, “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir û di encamê de 2 leşkerên me hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.”
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê îdiayên Sûriyeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyekê de Navenda Ragihandinê ya HSDyê ragihand:
“Doh, Wezareta Parastinê ya hikûmeta Şamê bi derew hêzên me tohmetbar kir ku li derdora Bendava Tişrînê endamên wê bi mûşekekê kirine armanc.
Ev îdia bi temamî derew e û li dijî delîlên meydanî û dîmenên ku navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi dest xistine ye.”
“Dîmen hene ku îdiayên Şamê pûç dikin”
HSDyê diyar kir ku wan dîmenên vîdeoyê bi dest xistine ku tê de veguhestina termên hejmarek endamên hêzên hikûmeta Şamê xuya dike û ew kes di encama teqîna mayînekê de li nêzîkî xaleke leşkerî ya di bin kontrola wan de li derdora Bendava Tişrînê hatine kuştin.
HSDyê di daxuyaniyê de got, “Di dîmenan de bi zelalî diyar dibe ku birînên kujer ji jêr ve ne, ev jî piştrast dike ku teqîn rasterast di bin wan de bi awayekî stûnî pêk hatiye.
Ev jî delîleke teqez e ku teqîn ji ber mayîneke navxweyî bûye, ne ji ber mûşekekê yan jî êrişeke derve.
Her wiha di vîdeoyê de xuya dibe ku term bêyî ti parastin û tedbîrên ewlehiyê tên veguhestin, ev jî piştrast dike ku li herêmê ti hebûneke dijminane yan hêzeke mixalif nebûye û ti nîşaneke êrişeke derve ya bi zanebûn nîne.”
وزارة الدفاع تضلّل مجدداً: انفجار لغم داخلي يوقع قتلى في صفوف قواتها بريف سدّ تشرين
— Syrian Democratic Forces (@SDF_Syria) October 30, 2025
اتهمت وزارة الدفاع في حكومة دمشق يوم أمس قوّاتنا زوراً وبهتاناً بالمسؤولية عن استهداف عناصرها بصاروخ في ريف سدّ تشرين، إلا أنّ هذا الزعم كاذب جملةً وتفصيلا، وتفنِّده الأدلة الميدانية والحقائق… pic.twitter.com/dqfcY68FlH
“Şam dixwaze têkçûnên xwe veşêre”
Li gorî HSDyê, ew mayîna ku bûye sedema teqînê, berê ji aliyê komên girêdayî hikûmeta Şamê ve li derdora xaleke leşkerî ya girêdayî wan hatibû çandin û teqîn ji ber xemsarî û hevahengiya xirab a di navbera wan koman de çêbûye.
HSDyê da zanîn, “Bi hewldana girêdana bûyerê bi hêzên me re bi rêya vegotinên çêkirî û tohmetên derewîn, Wezareta Parastinê ya hikûmeta Şamê tenê hewl dide têkçûnên xwe yên operasyonel veşêre û polîtîkaya xwe ya dezenformasyon û berovajîkirina rastiyan a ji bo armancên hestîarkirinê û siyasî yên bi guman bidomîne."
Di dawiya daxuyaniyê de HSDyê tekez kir ku ew bi temamî pabendî rastî û zelaliyê ne di ragihandina rastiyan ji raya giştî re û bang li hemû dezgehên medyayê kir ku “nekevin xefika daxuyaniyên derewîn ên hikûmetê û di nûçeyên xwe de pişta xwe bispêrin delîlên meydanî yên belgekirî û çavkaniyên pêbawer.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse