Mihemed Ehmed: Em dê Siwêdayê jî bixin bin kontrola dewletê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Mihemed Ehmed û Sîma Abxizir\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mihemed Ehmed û Sîma Abxizir\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan HSD Şam Sûriye Siwêda
A+ A-

Birêvibirê Kar û Barên Ereban ê Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê Dr. Mihemed Ehmed ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku ew dê Siwêdayê jî kontrol bikin.

Berpirsê Hikûmeta Sûriyeyê Mihemed Ehmed red kir ku li Sûriyeyê "herêma Kurdan" hebe û îdia kir ku zêdetirî ji sedî 60ê xelkê Hisîçayê Ereb in.

Ehmed diyar kir ku ew “ti başa Kurdistanê nas nakin" û tenê dewleta Sûriyeyê nas dikin û daxwazên ji bo otonomî û nenavendîbûnê jî wekî daxwazên "bêbingeh" bi nav kirin.

Mihemed Ehmed destnîşan kir ku pêşniyara berê ya avakirina "sê lîwayan" êdî ji bo wan ne derbasdar e û "rewş hatiye guhertin."

Ehmed ragihand ku li gorî şertên nû, divê şervanên HSDyê "tek bi tek" tevlî saziyên leşkerî û ewlehiyê yên dewletê bibin û HSD tohmetbar kir ku demê dikuje û hincetan derdixe.

Mihemed Ehmed gefa kontrolkirina parêzgeha Siwêdayê jî xwar û got, "Bi piştrastî em dê Siwêdayê jî vegerînin."

Ehmed tekez kir ku armanca wan ew e ku yasaya Sûriyeyê û yekparçeyiya axê li ser tevahiya welêt, ji bakur heta başûr û rojhilat heta rojava bê pêkanîn.

Hevpeyvîna Sîma Abxizirê ya bi Mihemed Ehmed re wisa ye:

Rûdaw: Gelo dirêjkirina agirbestê ya 15 rojan tenê ji bo wê yekê ye ku rê bidin Amerîkayê girtiyên DAIŞê ji Sûriyeyê veguhêze Îraqê?

Mihemed Ehmed: Silav, rojbaş ji bo te û hemû bînerên hêja. Razîbûna Şamê ya ji bo dirêjkirina agirbestê ya 15 rojan ji ber çend sedeman e. Di serî de, ew rastî ye ku bûye cihê dilgiraniyeke zêde ya welatan derbarê veguhastina girtiyên DAIŞê ji wan girtîgehên ku rêxistina HSDyê bi rê ve dibe ber bi Îraqê ve. Her wiha dewleta Sûriyeyê kar dike ji bo vekirina korîdoreke aram ji bo derketina xizm û kesûkarên me yên li Hisîça û Qamişloyê ber bi navçeyên aramtir, dûrî wê zexta ku ji aliyê wê rêxistinê ve li ser xelkê me yê Sûriyeyî li wan navçeyan tê meşandin.

Rûdaw: Gelo hûn van 15 rojan ji bo dan û standinên zêdetir ên li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi kar nayînin?

Mihemed Ehmed: Bê guman, em dê mijara dan û standina li gel rêxistina HSDyê ya derbarê pêkanîna Rêkeftina 18ê Kanûna Paşîn a taybet bi tevlîkirina hêzên rêxistina HSDyê bi awayê takekesî di nav saziyên leşkerî û ewlehiyê de bidomînin. Her wiha têgihiştin li ser mijara Parêzgariya Hisîça û wan kursiyên parlamentoyê ku di nava wê sêyekê de ne ku ji aliyê Birêz Serok ve tên diyarkirin, her wiha ew kesayetiyên ku ji bo postên serwerî yan serkirdayetiyê di dewleta Sûriyeyê de tên berbijêrkirin.

Divê ev dem bi awayekî herî baş ji bo çareserkirina pirsgirêka navbera dewleta Sûriyeyê û vê rêxistinê û pêkanîna yasaya Sûriyeyê li van navçeyan û yekkirina xaka Sûriyeyê di bin sîwana dewleta Sûriyeyê de bê bikaranîn.

Rûdaw: Çima di wan girtîgehên DAIŞê de ku ketine destê hikûmeta Ereban a Sûriyeyê, hejmarek girtî yekser hatin berdan?

Mihemed Ehmed: Kesên ku di wan girtîgehên dewleta Sûriyeyê rizgar kirine de hatin berdan, wekî Girtîgeha Eqtanê, tenê berdana wan ciwanan bû ku temenê wan di bin 18 saliyê de ye û DAIŞî nehatine berdan. Dibe ku dewleta Sûriyeyê aliyê herî bibandor be di rûbirûbûna vê rêxistinê de û di rastiyê de ji hemûyan zêdetir bi destê wê dinaliya. Dewleta Sûriyeyê rijd e li ser bidawîkirina vê rêxistinê li Sûriyeyê û hevpeymana komek dostan e jî ji bo şerê li dijî vê rêxistinê li derveyî sînorên Sûriyeyê.

Rûdaw: Hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku 120 girtiyên di bin 18 saliyê de li Eqtanê azad kirine lê beşek ji çekdar û endamên DAIŞê di bin 18 saliyê de ne?

Mihemed Ehmed: Wezareta Dadê lîsteya navên wan kesan belav kir ku hatine azadkirin û kamerayên medyayê jî ew yek belge kirine ku yên hatine azadkirin zarokên di bin 18 saliyê de ne û pêwendiya wan bi rêxistina DAIŞê re nîne. Li hemberî vê, aliyê ku deriyê girtîgehan vekir ji bo derketina çekdarên rêxistinê û çêkirina aloziyê li Sûriyeyê û welatên cîranên Sûriyeyê, parêzvanêm girtîgeha Şedadê ya ser bi rêxistina HSDyê bûn berî ku dewlet wê kontrol bike. Spas ji Xwedê re, dewleta Sûriyeyê bi hewla her du wezaretên parastin û karên navxwe karî wan daxwazkiriyan careke din desteser bike û wan vegerîne girtîgehan. Îro jî bijardeya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo veguhastina girtiyan ji Sûriyeyê bo Îraqê, wekî amadekariyekê ye ji bo rêgirtina li her pêngaveke hevşêwe ji aliyê rêxistina HSDyê ve derbarê wan girtîgehên ku hîn jî di bin destê wê de ne, ku mixabin hejmara herî zêde ya girtîgeh û girtiyan tê de ne.

Rûdaw: Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê 22yê vê mehê di daxuyaniyekê de ragihand ku hejmarek binpêkirin ji aliyê hêzên wê ve hatine kirin. Piştî dîtina hejmarekê ji vîdeoyên wan kuştin û avêtina terman û binpêkirinên din ku ji aliyê leşkerên Artêşa Ereban a Sûriyeyê ve hatine tomarkirin di dema êrişa li ser HSDyê û parêzgehên Heleb, Hisîça, Reqa û Dêrezorê de, vêga gelek kes li cîhanê dinivîsin û dibêjin ev artêş nabe bibe hevbeşa welatên demokratîk ên cîhanê di Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê de. Raya we çi ye?

Mihemed Ehmed: Kê binpêkirin û belge tomar kirine?

Rûdaw: Leşkerên we bi xwe belav kirine.

Mihemed Ehmed: Ew aliyê ku binpêkirin û belge tomar kirine, Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê ye bi rêya wênegirtina şervanên rêxistina HSDyê di demekê de ku 21 sivîlan dikujin... Ew vîdeoyên ku tu behs dikî yên şerên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ne, ji bo şervanên rêxistina HSDyê, ne ji bo xelkê sivîl wekî ku ev rêxistin dike. Berevajî, Artêşa Ereban a Sûriyeyê gelekî bi pîşeyî şer bi rê ve dibe, bi awayekî ku pêşwext wan cihan diyar dike ku dibin armanc, çi bi bombebaranê be yan bi serdegirtinê be ji aliyê leşkerên Artêşa Ereban a Sûriyeyê ve sivîlan agahdar dike ku ji wan navçeyan dûr bikevin da ku tûşî ti metirsiyekê nebin. Dibe ku dewleta Sûriyeyê bi rastî gelekî bi başî operasyonên leşkerî li Sûriyeyê bi rê ve biribin ku bû sedema azadkirina beşekî pir berfireh ji vê rêxistinê, ev jî bû cihê şaşwaziya hevpeymanan û pişt re hevpeymankirina li gel vê artêşê ji bo domandina pêvajoya rûbirûbûna vê rêxistinê. Li ser vê bingehê jî, îdareya Amerîkayê biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyeyê da, ew jî piştî serkeftinên berdewam û li pey hev ên Artêşa Ereban a Sûriyeyê di azadkirina beşekî berfireh û aloz ê Cezîreya Ereban a Sûriyeyê de pêk hat.

Rûdaw: Rojnameya The Economist li ser zarê leşkerên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê nivîsiye ku ew dixwazin êrişî ser Qamişloyê bikin, ji ber ku otomobîlên model bilind li wî bajarê Kurdan hene, her wiha doh Ewlekariya Navxwe ya Sûriyeyê di bangewaziyekê de daxwaz ji xelkê kir ku çek û otomobîlên talankirî vegerînin. Gelo hûn çawa dikarin vê talankirinê rawestînin?

Mihemed Ehmed: Ti pêvajoyeke talankirinê nîne. Her wiha piştî azadkirina navçeyan ji destê rêxistina HSDyê, hêzên ewlehiyê û polîsê leşkerî belav dibin ji bo kontrolkirina rewşê û polîsê leşkerî li pey her kesekî diçe ku rênimayan bin pê bike. Birêz Wezîrê Parastinê rênimayên tund di vê derbarê de derxistine ji bo parastina milk û mal û canê wan Sûriyeyiyên ku li wan navçeyan in ku operasyona leşkerî li wan heye.

Rûdaw: Gelo çima hikûmetê heta niha ti bangewaziyeke eşkere ji bo eşîrên Ereb belav nekiriye ku handana çekdarên xwe di êrişkirina ser herêmên Kurdan de rawestînin, çawa dibe hikûmeteke medenî rê bi êrişên eşîrî bide?

Mihemed Ehmed: Bê guman dewleta Sûriyeyê çavdêriya liv û tevgera eşîran dike û liv û tevgerên wan di çarçoveya navçeyên wan bi xwe de hiştiye û operasyonên wan ên leşkerî rawestandiye. Îro çekdarên eşîrên Reqayê li Dêrezorê nînin û çekdarên eşîrên Reqayê li Hisîçayê nînin lê tişta ku diqewime ew e ku grûpeke eşîrî ya Ereban a ser bi rêxistina HSDyê hebû, ji wê rêxistinê veqetiya û ew navçe azad kir ku tê de bû û hevahengiyê li gel dewleta Sûriyeyê dike. Ew bangewaziya ku divê arasteyî hêzên rêxistina HSDyê bê kirin, ew e ku şervanên PKKyê ji xaka Sûriyeyê derxînin û wan serkirdan dûr bixin ku Rêveberiya Xweser bi rê ve dibin ku xelkê derveyî Sûriyeyê ne û piraniya wan xelkê Îran û Tirkiyeyê ne û ser bi rêxistina terorîst a PKKyê ne. Divê ev bangewazî bên kirin û niştimanperwerên Kurd werin pêş ji bo rêbertiya raya giştî ya pêkhateya Kurd, berevajî wê ya ku vê rêxistinê kir di zextdanîna ser wan kesayetiyên niştimanî yên Kurd. Tişta Ereb û Kurdan kom dike dîrokeke dirêj, xakeke hevbeş, çandeke hevbeş, oleke hevbeş û aboriyeke hevbeş e, ji bilî wê êş û azara hevbeş ku her yek ji Ereb û Kurdan ji destê kiryarên rejîma berê kişandin ku mixabin rêxistina HSDyê û rêxistina PKKyê di salên dirêj ên şoreşê de hevpeymanî li gel kirin û zexteke zêde û berfireh danîn ser her du pêkhateyên Ereb û Kurd.

Rûdaw: Partiyên Kurdan di kongreyeke giştî de Nîsana 2025an li Qamişloyê daxwaz kirin ku mafê otonomiyê bidin Kurdistana Sûriyeyê û li ser wê bingehê dan û standinê bikin. Gelo hûn amade ne dan û standinê li ser federalî yan otonomî yan nenavendîtiyê bikin?

Mihemed Ehmed: Bê guman îro divê yasaya Sûriyeyê li ser tevahiya xaka Sûriyeyê were pêkanîn. Em dema ku guftûgo dikin, li gel xelkê navçeyan dikin û raya navçeyekê yan pêkhateyekê yan çîneke berfireh di raya komeke rêxistin an partiyan de kurt nakin. Min ji te re got ku yekane garantî ji bo mafên Ereb û Kurdan û hemû pêkhateyên Sûriyeyî, dewleta Sûriyeyê ye. Eger em qala mijara nenavendîtiyê bikin, ew Yasaya Rêveberiya Xwecihî nivîsa wê li ser wê heye, lewma ev daxwazî daxwaziyên bêbingeh in. Dibe ku Biryarnameya Jimare 13 mafên wan dabe Kurdan di xwendin û parastina nasnameya çandî û mafê welatîbûnê de, dibe bingehek ji bo ku ev bibe beşekî zelal û eşkere di wê destûra ku tê nivîsandin û pesendkirin piştî sazkirina yekem rûniştina Encûmena Gel ku mixabin ji ber bûyerên niha û rêgirtina rêxistina HSDyê li Komîteya Bilind a Hilbijartinan, dîtina wan ji bo navçeyên bin desthilata Rêveberiya Xweser û encamdana hilbijartinan di jîngeheke demokratîk û aram de, dereng ket. Her çend mixabin ev rêxistin şanaziyê bi wê dirûşmê dike lê gelekî dûr e ji pêkanîna wê prensîpê ku prensîpa demokrasiyê ye.

Rûdaw: Di kongreya Nîsana 2025an de şandeke hevbeş ji partiyên Kurdî hat dirustkirin ji bo dan û standina li gel Şamê. Çima hûn heta niha ne razî ne wê şandê pêşwazî bikin ji bo dan û standina li ser mafên siyasî yên Kurdan?

Mihemed Ehmed: Rastî ew e ku em li gel Kurdên Sûriyeyê yên welatperwer rûdinên, ew bi rastî nûneratiya pêkhateya Kurd dikin. Pêkhateya Kurd di çend partiyan de kurt nabe û di çend rêxistinan de kurt nabe ku fermanên wan ji derveyî sînor digihin destê wan û dûr in ji berjewendiya niştimanî ya Kurdan li hundirê Sûriyeyê. Jê bigerin bila Kurd bi xwe biryarê li çarenivîsa xwe bidin dûrî wan zextên ku rêxistina PKKyê dike.

Rûdaw: Kurdên Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku...

Mihemed Ehmed: Eger hûn dixwazin bi rastî li ser vê mijarê biaxivin, divê em bibînin kî van navçeyan li Qamişlo û Hesekê bi rê ve dibe, nasnameya wan çi ye? Gelo bi rastî Sûriyeyî ne? Yan yên hûn wekî kadro û serkirde bi nav dikin, ji Îran û Tirkiyeyê hatine? Piraniya wan xelkê derveyî sînorê Sûriyeyê ne, bi çi mafî pêkhateya Kurd û Ereb li vê navçeyê bi rê ve dibin?

Rûdaw: Di wê kongreyê de zêdetirî 50 partiyên Kurdan beşdar bûn û şandeyek ji ENKS, PYD û partiyên din pêk hat lê hûn heta niha ne amade ne wan pêşwazî bikin.

Mihemed Ehmed: Nexêr, berevajî, di rojên bê de li Sûriyeyê pêşwazî li Encûmena Nîştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) tê kirin wekî yek ji pêkhateyan an yek ji partiyên niştimanî yên Kurdan. Her partî yan arasteyek hilgirê bîra niştimanî ya Sûriyeyî be, pêşwazî lê tê kirin ji bo guftûgoyê lê her partî yan rêxistinek fermanên xwe ji derveyî sînor wergire, çi ji Îran yan Îraq yan Tirkiyeyê be, di dewleta Sûriyeyê de û heta ji bo guftûgoyê jî pêşwazî lê nayê kirin. Ez ji vê mînberê û ji vê kanalê daxwazê ji Mezlûm Ebdî dikim berpirsyariya xwe ya niştimanî wekî Kurdekî Sûriyeyî li stûyê xwe bigire û biryareke wêrek bide bi pabendbûna bi wê rêkeftina ku di 18ê Kanûna Paşîn de îmze kiriye.

Rûdaw: Kurd li Rojavayê Kurdistanê dibêjin piştî 12 hezar şehîdan, mafê welatîbûnê ji bo wan têrê nake, daxwaza mafên siyasî û îdarî dikin. Hûn amade ne nenavendîbûn û mafê xwendina bernameyên xwendinê ji seretayî heta zanîngehê bidin Kurdan?

Mihemed Ehmed: Bê guman mafê Kurdan e nasnameya çandî û perwerdeya xwe biparêzin û vê biryaryarnameyê (biryarnameya Ehmed Şer) ew yek ragihandiye lê ez wisa dibînim ku ew daxwaziyên bi navê pêkhateyên Kurdan têne kirin û rêxistina HSDyê wan raber dike, hewlek in ji bo rêgirtina li pêkanîn û pêkanîna wê rêkeftina ku hatiye kirin. Ango, mixabin heman kiryarên ku em dibînin di paşxistin û demkuştin û danîna astengiyan de, bêyî ku bigihin encamekê ji bo pêkanîna rêkeftinê.

Rûdaw: Artêşa Ereban a Sûriyeyê ji hejmarek tabûr pêk hatiye ku ji grûpên mixalefeta Sûriyeyê hatine dirustkirin ku hinek ji wan di lîsteya terorê ya welatan de ne. Bo mînak Mihemed Casim (Ebû Emşe) berî mehekê ji aliyê Brîtanyayê ve jî xistin lîsteya terorê û berê jî ji aliyê Amerîkayê ve di lîsteya terorê de hatibû danîn, ew niha Fermandarê Tabûra 25an a Artêşa Sûriyeyê ye. Çima hûn ne razî ne HSD bibe tabûreke Artêşa Sûriyeyê û dibêjin divê tek bi tek bibin leşkerên Artêşa Ereban a Sûriyeyê?

Mihemed Ehmed: Me berê ev yek qebûl kiribû û me pêşniyara xwe şand, mebesta min ne pêşniyara dawî ye lê belê yên ku berê ji bo HSDyê hatin şandin, ew bû sê lîwa bi serkirdayetiya hevbeş pêk bînin, lîwayek li Hisîçayê, lîwayek li Dêrezorê û lîwayek li Reqayê lê HSD wekî pîşeya herdemî demê dikuje û astengiyan çêdike û hincetan derdixe da ku pabendî wan pêşniyarên ku dewleta Sûriyeyê pêşkêş dike nebe. Dewleta Sûriyeyê di pêşniyara dawî de ji bo Mezlûm Ebdî pêşniyar kir ku çend kesayetiyan ji bo Encûmena Gel berbijêr bike, kesayetiyan berbijêr bike ji bo postên serkirdayetiyê di dewleta Sûriyeyê de, kesayetiyan berbijêr bike ji bo ku yek ji wan posta Parêzgariya Hisîçayê wergire, her wiha kar bikin ji bo tevlîkirina wan saziyên vê rêxistinê bi rê ve dibe di nava saziyên hikûmeta Sûriyeyê de. Mixabin heta niha ti bersiv ji bo vê pêşniyarê nîne ku daxwaza moleta pênc rojan kirin û bi awayekî veşartî bi Mezlûm Ebdî hatin dayîn lê mixabin heta niha bersivek nîne.

Rûdaw: Hûn hê jî amade ne HSDyê wekî firqeyekê qebûl bikin?

Mihemed Ehmed: Lê ev ne bi wê wateyê ye ku em terorîstan di nava Artêşa Ereban a Sûriyeyê de qebûl dikin. Ev pêşniyar berê hat pêşkêşkirin, eger em razî nebûna me pêşkêş nedikir, lê niha merc ew e hêzên rêxistina HSDyê bi awayê takekesî tevlî Artêşa Ereban  Sûriyeyê bibin, ew jî li gorî rêkeftina dawî ku di navbera Serokê Komara Ereban a  Sûriyeyê Cenabê Serok Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî de hatiye îmzekirin.

Rûdaw: Ango hûn ne razî ne ku HSD bi sê lîwayan bibe beşek ji Artêşa Sûriyeyê û fermandarê wan jî Kurd be?

Mihemed Ehmed: Mer berê qebûl kir lê em niha qebûl nakin. Berê me qebûl kir û niha guherîn li ser erdê çêbûye û li ser wê bingehê pêşniyar hatiye guhertin.

Rûdaw: Hûn qebûl nakin lîwayeke HSDyê li Kobaniyê hebe û ser bi Artêşa Ereban a Sûriyeyê be?

Mihemed Ehmed: Em wekî Sûriyeyî; Ereb, Kurd, Çerkes û hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê, razî nabin ji bilî wê yekê ku çek tenê di destê dewleta Sûriyeyê de be ku di Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Navxwe de tê şênberkirin. Pêşwazî li her Sûriyeyiyekî tê kirin ku nasnameya wî ya niştimanî ya Sûriyeyî hebe û berjewendiya giştî li pêş berjewendiya taybet dane, ji bo ku bibe karmendek di dewleta Sûriyeyê de, çi di Wezareta Parastinê be yan Wezareta Karên Derve yan Karên Navxwe û saziyên din ên hikûmetê. Ev ew prensîp e ku hemû Sûriyeyî li ser kok in û her ev e jî ku ji dîroka kevn heta îro Sûriyeyî kom kirine.

Rûdaw: Bi kurtî, hûn qebûl nakin lîwayeke HSDyê li Kobaniyê hebe û girêdayî Artêşa Ereban a Sûriyeyê be?

Mihemed Ehmed: Min berî kêlîkekê bersiva vê pirsê da; ev pêşniyar berê hat pêşkêşkirin: Lîwayek li Hisîça, lîwayek li Reqayê û lîwayek li Dêrezorê pêk were. Niha rewş li ser erdê hatiye guhertin. Ew çekdarên Sûriyeyî yên di bin sîwana rêxistina HSDyê de ne û destê wan bi xwîn û pereyê Sûriyeyiyan qirêj nebûye, dikarin bi awayê takekesî di nava saziya leşkerî û ewlehiyê de bibin leşker/karmend. Min gelekî bi kurtî bersiva te da.

Rûdaw: Kurd li hemû parçeyên Kurdistan û cîhanê nerazîbûnê nîşan didin li dijî têkdana azadiya xak û xelkê navçeyên Kurdan ên li Sûriyeyê ne. Gelo hûn guh nadin wê nerazîbûna giştî ya Kurdan?

Mihemed Ehmed: Nerazîbûna Kurdan encama handana hesta tayifegerî û neteweyî ye ku rêxistina PKKyê encam daye û helwesta rastîn a xelkê me yê Kurd nîşan nade, ji ber ku ew bi awayekî gelekî mezin ji rastiya wê ya li ser erdê rû dide. Îro zêdetirî milyonek Kurdên Sûriyeyî li wan navçeyan dijîn ku dewleta Sûriyeyê bi rê ve dibe û xwediyê hemû mafên xwe ne û pabend in bi hemû erkên xwe li hember dewleta Sûriyeyê. Ew li Şam, Hims, Hema, Lazqiye û bi awayekî zêde li Helebê hene. Ev Kurdên Sûriyeyî xwediyê hemû mafan in û pabend in bi hemû erkê li hember dewleta xwe ya Sûriyeyî ne. Li gorî dîroka xwe, ew herêmeke hukimraniya taybet bi xwe naxwazin lê belê dixwazin Sûriyeyê yekgirtî bibînin, dixwazin hevbeş bin di avakirina dewleta Sûriyeyê de her wekî çawa di rabirdûyê de me ew nas kirine, ew neviyên Selahedînê Eyûbî ne ku em Ereb şanaziyê pê dikin berî ku Sûriyeyî û Kurd bin.

Rûdaw: Ev xwenîşandanên ku li Herêma Kurdistanê û li seranserê cîhanê hene, dijî êrişên we ne ji bo ser herêmên Kurdan. Gelo hûn guh nadin vê yekê?

Mihemed Ehmed: Me çavê xwe ji wan xwenîşandanan negirtiye û me paşguh nekirine, me çavê xwe li wan destdirêjiyan jî negirtiye ku kirine di encama wî wêneyê çewt ê rêxistina PKKyê di hizra vê çîna Kurdên xerîbiyê li derveyî sînorên welêt dirust kiriye. Tişta Kurdan li Sûriyeyê koçber kirin, rejîma Bees; rejîma Beşar Esed û Hafiz Esed bû ku rêxistina PKKyê dijî zarokên şoreşa Sûriyeyê, yên ku zilma serdema Beşar Esed û rejîma wî ya Beasê rûxandin, hevpeymanî li gel kir.

Rûdaw: Berevajî nêrîna we, Kurd dixwazin herêmeke wan a otonom hebe, wekî wê ya ku di kongreya Qamişloyê di Nîsana 2025an de bi amadebûna Mezlûm Ebdî û nûnerê Serok Barzanî hat daxwazkirin.

Mihemed Ehmed: Xatûna hêja.. Ev kongre di bin çavdêriya rêxistina HSDyê de bû ku ji aliyê serkirdeyên rêxistina PKKyê ve tê birêvebirin û tê hukimkirin. Her wan ew kongre bi rê ve bir, vexwendname şandin, daxuyaniya dawî dariştin, mêvandariya wan kirin û otomobîl ji bo veguhastin û gihandina mêvanan dabîn kirin. Lewma eger bi şêweyekê em li derveyî vê kongreyê binêrin ku di berjewendiya Sûriyeyiyan de be; Ereb û Kurd û neteweyên din.

Rûdaw: Ji bo zanyariya we, ew kongre ji aliyê ENKS û TEV-DEMÊ ve hatibû amadekirin?

Mihemed Ehmed: Bi serpereştiya HSDyê na lê belê bi zexta wê.. Bi serpereştiya HSDyê na lê belê bi zexta HSDyê, rast e di vê peyvê de te rast kir. Bi zext û arastekirina HSDyê.

Rûdaw: ENKS Encûmena Nîştimanî ya Kurd a Sûriyeyê û her wiha partiyên li gel PYDyê, ango TEV-DEMê.

Mihemed Ehmed: HSD ku ji aliyê serkirdeyên rêxistina PKKyê ve dihat birêvebirin.. Mezintirîn belge jî ji bo wê, ew xweşiya mezin bû ku Sûriyeyiyan piştî derketina vê rêxistinê derbirîn. Ew nameyên ji kesayetiyên civakî yên diyar ên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê digihiştin me dema ku zilm li ser wan hat rakirin, dema ku ev ewrê reş çû, name ji wan serkirdeyên civakî digihiştin me.

Rûdaw: ENKS û nûnerê Serok Barzanî bi rênimayên HSDyê tev nagerin, ev kongre jî sala 2025an li Qamişloyê hat kirin.

Mihemed Ehmed: Ew rêxistina.. Ew rêxistina serpereştiya wê dike.. Eger tu rê bidî min.. Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ye li Îraqê, çawa rê didin kongreyeke Sûriyeyî li Sûriyeyê bi rê ve bibe? Mesûd Barzanî rêxistineke wî heye ku heta çend rojan beriya niha qedexe bû biçe navçeyên bin desthilata PKKyê li Cezîreya Sûriyeyê, heta ku rê bi vê rêxistinê hat dayîn di nava xaka Sûriyeyê de kar bike û rêxistina dewletê (mebest Rêveberiya Xweser e) bi rê ve bibe.

Rûdaw: Nûnerê Serok Barzanî di kongreyê de beşdar bû, ne ku wî bi xwe bi rê ve biribe. Yên kongre bi rê ve birin, TEV – DEM û Encûmena Nîştimanî ya Kurd bûn.

Mihemed Ehmed: Te got, te got bi serpereştî, tomarê lê bide..

Rûdaw: Ez dibêjim bi amadebûna nûnerê Serok Barzanî bû.

Mihemed Ehmed: Tomarê lê bide.. Te got ev kongre bi serpereştiya Mesûd Barzanî bûye, meger wergera te temam nebe.

Gelo rast e we di civîna Parîsê de bi Îsraîlê re li hev kiriye? Tê îdiakirin ku we di berdêla êrişa li ser HSDyê de, Girên Colanê û Çiyayê Şêx dane Îsraîlê. Ma ji ber vê yekê Colan di nexşeya nû ya Sûriyeyê de tune bû?

Mihemed Ehmed: Pirsgirêka we herêm in... Me li gel Îsraîlê li hev nekiriye û li hev nakin li ser radestkirina yek bostê ji xaka Sûriyeyê lê hûn dikarin pêdaçûnê bi gotinên berpirsê peywendiyên derve yê Rêveberiya Xweser bikin ku daxwaz ji Îsraîla dijmin kir destwerdanê bike ji bo çareserkirina pirsgirêka rêxistina PKKyê û bibe xilaskerê rêxistina PKKyê li Sûriyeyê. Me dest bi hemû bosteke xaka Sûriyeyê ve girtiye û hemû bosteke Sûriyeyê em vedigerînin bin kontrola dewleta Sûriyeyê.

Rûdaw: Dema ku ez pirsê ji te dikim wekî rojnameger pirs dikim ne wekî Kurdekê.

Mihemed Ehmed: Ez jî wekî berpirsekî di dewleta Sûriyeyê de bersiva te didim.. Bi navê Sûriyeyiyan ve diaxivim.. Ev gotin ne rast e û dûr e ji rastiyê, heta niha ti rêkeftinek li gel Îsraîla dijmin nehatiye kirin lê serkirde hene ku qaşo demokrat û niştimanî ne lê daxwaz ji Îsraîla dijmin dikin ji bo ku destwerdanê bike.

Rûdaw: Piştî van 15 rojan, hûn dê êrişî herêmên Kurdan bikin?

Mihemed Ehmed: Çima tu nav lê dikî herêmên Kurdan? Çima tu nav lê dikî navçeyên Kurdan? Zêdetirî ji sedî 60ê Hisîçayê Ereb e, Qamişlo jî bi heman awayî. Birêz Wezîrê Parastinê rênima derkiriye ji bo neçûna nava her komelgeheke îdarî ku birayên Kurd tê de niştecî ne, ew jî ji bo piştrastiyê ye ne ji ber wê ya ku em nexwazin... Dewleta Sûriyeyê bi nûneratiya Wezareta Parastinê bi temamî pîşeyîbûnê proseya leşkerî bi rê ve dibe û wan herêman diyar dike ku şervanên rêxistina HSD û rêxistina PKKyê tê de bi cih bûne û korîdora aram ji bo sivîlan vedike. Rastî ew e ku em herêmên Kurdan dagir nakin, em xaka Sûriyeyê ji rêxistina HSD û rêxistina PKKyê rizgar dikin.

Rûdaw: Ango li Sûriyeyê herêma Kurdan nîne?

Mihemed Ehmed: Min negot herêma Kurdan nîne. Tu dibêjî herêma Kurdan... Belkî Hisîça Kurd û Ereb tê de heye. Qamişlo Kurd û Ereb tê de heye. Çiyayê Ebdulezîzê Kurd û Ereb tê de ne, Eyn el Ereb (Kobanî) Kurd û Ereb tê de ne, dîrok û xak û erdnîgarî û aborî û êş û azar me kom dike, ew dê Ereb û Kurd wekî Sûriyeyiyan kom dike. Min negot.. tiştekî nexe devê min ku min negotibe lê rênima heye ji aliyê Birêz Wezîrê Parastinê ve ji bo neçûna hêzên Artêşa Ereban a Sûriyeyê ji bo nava her cihekî îdarî ku Kurd tê de niştecî be, ew jî ji bo piştrastîdana bi birayên Kurd û ji bo pûçkirina propagandeyên rêxistina HSDyê ye ku hewl dide di mejiyê wî xelkî de wê yekê bi cih bike ku qaşo Artêşa Ereban a Sûriyeyê hatiye ji bo ku we bikuje û mal û milkê we talan bike. Lewma rênimayên Birêz Wezîrê Parastinê di vê derbarê de zelal in.

Rûdaw: Ti beşekê Kurdistanê li Sûriyeyê nîne?

Mihemed Ehmed: Em ti beşa Kurdistanê nas nakin, em Sûriyeyê nas dikin. Em Sûriyeyê nas dikin û înkariya mafê ti pêkhateyekê nakin, ne Kurd û ne ti pêkhateyeke din, di mafê xwendin, mafên rewşenbîrî û mafê welatîbûnê de. Em Sûriyeyê nas dikin her wekî çawa hemû niştimanperwerên Kurd berî Ereban wê nas dikin.

Rûdaw: Li Îraqê Herêma Kurdistanê heye û di nava destûrê de hatiye naskirin. Hûn li Sûriyeyê vê yekê qebûl nakin?

Mihemed Ehmed: Xatûna hêja.. Îro dewleta Sûriyeyê destpêkê hizir li berjewendiya Sûriyeyiyan dike. Ew dabeşbûna li Îraqê heye, çi bipêşxistin û geşepêdanek ji bo Îraqiyan aniye? Baş e? Îro dewleta Sûriyeyê garantî ye ji bo hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyî û di serî de pêkhateya Kurd. Em bi rastî dixwazin birêvebirineke yekgirtî ji bo hemû çavkaniyên xwezayî û mirovî li Sûriyeyê hebe da ku Sûriyeya nû ava bikin, ew Sûriyeya divê di pêgeha xwe ya xwezayî de be di rêzbendiya pêşiyê ya welatan de, ev jî bi rêya cudakirina herêmekê li vî alî û herêmekê li wî alî û Rêveberiya Xweser li vir û hukmê zatî li wir û têgihiştina şaş ji bo wê nenavendîtiya daxwaz dikin nayê cih. Îro Sûriye dirêjbûneke wê ya cografî ya xwezayî heye û divê hemû Sûriyeyî bi hemû reng û dengên xwe ji xêra van çavkaniyan û xêra vî welatî mifadar bin.

Rûdaw: Piştî herêma Kurdan, hûn hewl didin Siwêdayê jî vegerînin bin kontrola xwe?

Mihemed Ehmed: Bê guman.. Madem îro armanc pêkanîna yasayê ye li hemû xaka Sûriyeyê û yekparçeyiya xaka Sûriyeyê, bi piştrastî piştî vegerandina xaka Sûriyeyê, divê xaka Sûriyeyê li hemû navçeyan; li bakur, rojhilat, başûr û rojava bê vegerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst