Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ji bo hevdîtina bi Recep Tayyîp Erdogan re bi rê ket.
Pervîn Buldanê diyar kir ku ew dê li ser gavên ku divê di pêvajoyê de bên avêtin biaxivin.
Endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ji bo hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re ji Navenda Giştî ya DEM Partiyê derketin.
Hevdîtin dê li Koşka Serokkomariyê ya li Beştepeyê pêk were.
"Em dê li ser gavên ku divê bên avêtin biaxivin"
Pervîn Buldanê beriya hevdîtinê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew di serdemeke dîrokî re derbas dibin û her kes ji vê yekê haydar e, ji ber vê jî civîna ku dê bê kirin girîng e û got:
“Ev hevdîtin gelekî watedar û girîng e.
Em dê ji bo ku qonaxên pêvajoyê, pirsgirêkên ku derketine û gavên ku divê bên avêtin gotûbêjê bikin û nerînên xwe bi Birêz Serokkomar re parve bikin.”
Pervîn Buldanê her wiha da zanîn ku dê di hevdîtinê de Efkan Ala û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin jî amade bin û hevdîtin dibe ku nêzîkî saetekê biajo.
Mîthat Sancar jî diyar kir ku ew dê li ser birêveçûna pêvajoyê ya heta niha, qonaxa heyî û tiştên ku divê ji niha û pê ve bên kirin biaxivin.
Sancar got, “Em dê di van mijaran de nêrîn û nirxandinên xwe bi hev re parve bikin.
Em dê li nirxandinên wan jî guhdarî bikin.
Em bawer dikin ku dê bibe hevdîtineke baş û encamên bi xêr jê derkevin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse