Heyeta Îmraliyê li ser hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî da

30-10-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Heyeta Îmraliyê Pêvajo Pervîn Buldan Mîthat Sancar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê li ser hevdîtina bi Erdogan re got, “Em li ser avêtina gavên ku dê pêvajoyê leztir û saxlemtir bimeşînin, xwedî têgihiştineke hevbeş û hevnêrîn in."

Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiyan.

Civîna ku li Koşka Serokkomariyê hat kirin, saetekê ajot.

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin jî beşdarî civînê bûn.

Heyeta Îmraliyê piştî civînê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:

"Me îro li Beştepeyê (Koşka Serokkomariyê) bi Serokkomar Birêz Erdogan û şandeya wî re hevdîtineke ku nêzîkî saetekê ajot, pêk anî.

Di hevdîtinê de, me li ser qonaxa ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihiştiye û tiştên ku divê ji niha û pê de bên kirin, nirxandinên berfireh kirin.

Em dixwazin bi kêfxweşî diyar bikin ku em li ser avêtina gavên ku dê pêvajoyê leztir û saxlemtir bimeşînin, xwedî têgihiştineke hevbeş û hevnêrîn in."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst