Hewlêrê (Rûdaw) - Li navçeya Xawesorê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek ket bendavê.
Di qezayê de 2 kes mirin û kesek jî heta niha winda ye.
Li navçeya Xawesorê ya li ser rêya Wan û Colemêrgê otomobîla ku 3 kes tê de bûn ji rê derket û ket Bendava Zernekê.
Li ser agahdarkirinê tîmên AFAD, UMKE, tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Tîman ji bo rizgarkirina 3 kesên di otomobîlê de dest bi xebatan kir.
Di encama xebatan de termên 2 kesan ji bendavê hatin derxistin.
Xebatên lêgerîna li kesê sêyem jî berdewam dikin.
#WÊNE - Li Wanê otomobîleke ku 3 kes tê de bûn ket bendavê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 30, 2025
Li navçeya Xawesorê ya Wana Bakurê Kurdistanê otomobîla ku 3 kes tê de bûn ji rê derket û ket bendavê
Tîman ji bo rizgarkirina wan 3 kesan dest bi xebatan kir pic.twitter.com/s4eAiRSGmi
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse